Tirkiye, Aborî

Aboriya Tirkiyeyê ji sedî 5,1 mezin bû

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka duyemîn a vê salê de ji sedî 5,1 mezin bû.

Türkan Tosun  | 11.09.2017 - Rojanekırın : 12.09.2017
Aboriya Tirkiyeyê ji sedî 5,1 mezin bû

Ankara

ANKARA

Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka duyemîn a vê salê de ji sedî 5,1 mezin bû.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê daneyên Dahata Nesafî ya Navxweyî (DNN) a der barê çaryeka duyemîn a vê salê (nîsan-hezîran) eşkere kir.

Li gor vê aboriya Tirkiyeyê li gor heman heyama par ji sedî 5,1 mezin bû.

Di qada çandiniyê de li gor çaryeka sala par îsal di heyama nîsan- hezîranê de nirxa zêde a giştî wek endeksa hecmê ji sedî 4,7, nirxa zêde a qada pîşesaziyê ji sedî 6,3, nirxê zêde yê qada înşaetê jî ji sedî 6,8 zêde bû.

Pisporên aboriyê yên ku beşdarî "Anketa Hêviya Pêşketinê" a AA Fînansê bûbûn texmîn kiribûn ku hêviya wan a pêşketinê ya çaryeka duyemîn a salê wê ji sedî 5,4 be.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın