Aborî

Bankaya Dinyayê ji bo Projeya TANAPê 800 milyon dolar kredî pesend kir

Bankaya Dinyayê ji bo Projeya TANAPê biryar da ku ji BOTAŞê re 400 milyon dolar û ji SGCyê re jî 400 milyon dolar kredî bê dayîn.

21.12.2016 - Rojanekırın : 21.12.2016
Bankaya Dinyayê ji bo Projeya TANAPê 800 milyon dolar kredî pesend kir

Ankara

ANKARA

Lijneya Rêvebiriya Bankaya Dinyayê ji bo Projeya Xeta Boruya Xaza Sirûştî ya Trans Anadoluyê (TANAP) biryar da ku kredî bê dayîn. Lijneyê biryar da ku ji bo Şirketa Anonîm a Xetên Boruyê ya Neftbirinê (BOTAŞ) 400 milyon dolar û ji bo Şirketa Anonîm a Korîdora Xaza Başûr a Azerbaycanê (SGC) 400 milyon dolar, bi giştî 800 milyon dolar kredî bê dayîn.

Li gor daxuyaniya Bankaya Dinyayê duh di civînê de biryara krediyê û şertên wê hatin axaftin.

Hat gotin ku Bankaya Pêşketin û Îmarê ya Navneteweyî ya ku girêdayî Bankaya Dinyayê ye ji bo projeya TANAPê biryar da ku 400 milyon dolar bide BOTAŞê. BOTAŞê vê krediyê 24 salan biwade wê paşve bide.

Ji bo Şirketa Anonîm a Korîdora Xaza Başûr a Azerbaycanê (SGC) jî dîsa biryar hat dayîn ku 400 milyon dolar kredî bê dayîn. Ev kredî jî wî di nav 30 salan de paşve bê dayîn.

Bi vî awayî Bankaya Dinyayê biryar da ku bi giştî 800 milyon dolar kredî bê dayîn.

Alîkarê Serokê Berpirsyarê Asyaya Navîn û Ewropayê ya Bankaya Dinyayê Cyrîl Muller got ku ew kêfxweş in ku piştgiriyê didin projeya TANAPê, lewra ev proje ne bi tenê ji bo Azerbaycan û Tirkiyeyê, ji bo bazirganiya herêmê û Ewropayê jî projeyeke girîng e.

- Xaza ewil di sala 2018an de wê dest pê bike

Midûrê Giştî yê TANAPê Saltuk Duzyol jî ji rojnamevanan re daxuyand ku maliyeta projeyê 8,5 milyar dolar e, dirêjahiya TANAPê hezar û 850 kîlomêtro ye.

Saltuk daxuyand ku xaza ewil wê di hezîrana 2018an de were Tirkiyeyê û armanca wan ew e ku ew di sala 2020an de jî xazê bişînin Ewropayê.

Di projeya TANAPê de şirîkatiya şirketa dewletê ya Azerbaycanê ji sedî 58, ya BOTAŞê ji sedî 30 û ya BPyê jî ji sedî 12 ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.