Aborî

Bazara otomotîvê ya Ewropayê ji sedî 4,5 mezin bû

Di nîva ewil a îsal da bazara otomotîvê ya Ewropayê li gor heman serdema sala par ji sedî 4,5 mezin bû û hejmara wesayîtan gihîşt 9 milyon û 724 hezar û 829an.

Haydar Şahin  | 26.07.2017 - Rojanekırın : 27.07.2017
Bazara otomotîvê ya Ewropayê ji sedî 4,5 mezin bû

Istanbul

ÎSTANBUL

Di nîva ewil a îsal da bazara otomotîvê ya Ewropayê li gor heman serdema sala par ji sedî 4,5 mezin bû û hejmara wesayîtan gihîşt 9 milyon û 724 hezar û 829an.

Komeleya Dîstrîbutorên Otomotîvê li gor daneyên Yekîtiya Karsazên Otomobîlan a Ewropayê (ACEA) rapora "Nirxandina Bazara Otomotîvê ya Ewropayê ya Hezîranê" amade kir û weşand.

Li gor raporê di navbera rêbendan-hezîranê da bazara otomotîvê ji sedî 4,5 mezin bû hejmara wesayîtan gihîşt 9 milyon û 724 hezar û 829an.

Di vê demê da firotin li Romanyayê ji sedî 21,8, li Xirwatistanê ji sedî 21,6 zêde bû.

Sê bazarên ku lê firotin herî zêde kêm bû jî wiha ne: Îrlanda ji sedî 10,7, Îngiltere ji sedî 1,5 û Îrlanda ji sedî 1,2.

Di heyama rêbendan-hezîranê da li Tirkiyeyê firotina wesayîtan ji sedî 8,96 kêm bû, bi vî awayî di nav bazara otomotîvê ya Ewropayê da Tirkiyeyê di rêza 6an da cî girt.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın