Aborî

Di turîzmê da bereketa "nîsanê"

Li Antalyayê hejmara turîstên ku di meha nîsanê da bi rêhewayê hatin, li gorî nîsana sala çûyî ji sedî 37 zêde bû.

Ferizat Kaya  | 02.05.2017 - Rojanekırın : 03.05.2017
Di turîzmê da bereketa "nîsanê"

Antalya

ANTALYA

Li Antalyayê hejmara turîstên ku di meha nîsanê da bi rêhewayê hatin, li gorî nîsana sala çûyî ji sedî 37 zêde bû û gihaşt 526 hezar û 349an.

Li gorî daxuyaniya walîtiya Antalyayê di meha nîsanê da hejmara turîstên hatin balafirgehên Antalya û Gazîpaşa-Alanyayê weke 526 hezar û 349 hat qeydkirin. Sala çûyî di meha nîsanê da 384 hezar û 72 turîst hatibûn. Li gorî van agahiyan hejmara turîstan ji sedî 37 zêde bû.

Hejmara turîstên bi rêhewayê hatin bajêr di meha nîsanê da li gorî salên berê 12 hezar û 517 kes zêde bû û gihaşt 864 hezar û 28an.

- Hejmara turîstên rûs ji sedî hezar û 455 zêde bû

Di meha nîsanê da hejmara turîstên rûs gelekî zêde bû. Sala çûyî hejmara turîstên ji Federasyona Rûsyayê hatibûn 12 hezar û 144 bû, ev hejmar îsal di meha nîsanê da gihaşt 188 hezar û 914an. Li gorî daneyan hejmara turîstên rûs ji sedî hezar û 455 zêde bû.

Her wiha hêjmara turîstên ji welatiyên wek Qazaxistan, Qirxizistan, Koreya Başûr, Qatar, Misrê hatinê jî ji sedî 320 zêde bû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın