Aborî

"Iraq dê petrola Kerkûkê ji 300 hezarî derxîne milyonek bermîlî"

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad der barê petrola Kerkûkê de diyar kir ku plana wan heye hilberîna li bîrên wê derê rojane ji 300 hezarî derxînin milyonek bermîlî.

Muhammet Kurşun  | 19.10.2017 - Rojanekırın : 19.10.2017
"Iraq dê petrola Kerkûkê ji 300 hezarî derxîne milyonek bermîlî"

Arbil

BEXDA

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad der barê petrola Kerkûkê de diyar kir ku plana wan heye hilberîna li bîrên wê derê rojane ji 300 hezarî derxînin milyonek bermîlî.

Asim Cîhad, di daxuyaniyekê de ji bo peyamnêrê AAyê li ser rewşa bîrên neftê yên Kerkûkê û asta hinardekirinê agahî dan.

Berdevkê Wezaretê Asim Cîhad, destnîşan kir ku halê hazir rojane 300 hezar bermîl petrol ji bîrên Kerkûkê tê derxistin.

Asim Cîhad zêdetir wiha agahî dan:

"Di demên berê de Wezareta Petrolê ya Iraqê bi şirketên cîhanî re li ser planên taybet ji bo zêdekirina hilberîna petrolê li bîrên Kerkûkê peyman girêdabû. Lê belê ji ber rewşa ewlehiyê ya ne aram piştî 2014an, bicihanîna wê planê ji bo demekê hat rawestandin."

Asim Cîhan ji aliyekî din ve diyar kir ku Wezareta Petrolê ya Iraqê daxwaz ji British Petroleumê (BP) kiriye ku li bîrên neftê yên Kerkûkê dest bi kar bike û plana ji bo 300 hezar bermîl derkeve milyonek bermîlî jî bicih bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın