Aborî

Ji bo welatiyên ku deynê xwe di maweya diyarkirî de nedan mizgînî

Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal got ku welatiyên me yên ku di meha mijdar û kanûnê de ji ber sedêmên cuda prîmê xwe yê bac û SGKyê nedan re wê derfet bê dayin, herwiha wê welatiyên me bikaribin heta dawiya meha gulanê deynê xwe bidin.

18.01.2017 - Rojanekırın : 18.01.2017
Ji bo welatiyên ku deynê xwe di maweya diyarkirî de nedan mizgînî

TBMM

TBMM

Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal got ku welatiyên me yên ku di meha mijdar û kanûnê de ji ber sedêmên cuda prîmê xwe yê bac û SGKyê nedan re wê derfet bê dayin, herwiha wê welatiyên me bikaribin heta dawiya meha gulanê deynê xwe bidin.

Agbal ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, li ser pêşniyaza "qanûna torbe" ya li Lijneya Giştî ya TBMMyê li ser guftûgo tê kirin guhertinên girîng hatin kirin.

Hin welatî di meha mijdar û kanûnê de ji ber sedemên cuda cuda nikaribûn pereyê divê razandina ranezandin û wiha dewam kir: "Ji welatiyên me ji bo dirêjkirina maweyê teleb hatin. Me jî wekî hikûmet biryar da ku dirêjkirina maweyê wê kêrhatî be. Di çarçoveya ji nû ve vesazkirinê de, welatiyên me yê ku ji ber sedêmên cuda di meha mijdar û kanûnê de nikaribûne deynê xwe bidin re wê derfet bê dayin û karibin deynê xwe bidin. Yên ku nikaribin di van mehan de bidin jî dîsa wê heta dawiya meha gulanê deynê xwe bikaribin bidin."

Welatiyên me yên ku pereyê xwe sererast dirazînin, ji aliyê bacê di meha çileya paşîn û adarê ji aliyê prîmên sîgortayê jî di meha sibat û nîsanê de dê wextê dayîna deynê wan bêfaîz bê dirêjkirin.

Dê bi 4 paran deyn bê dayîn

Ji aliyê din ve Agbal dema hevdîtinên "peşnûmeya torbe" ya li Lijneya Giştî ya TBMMyê, pirsên parlementeran bersivand û got: "Welatiyên me yên ku di meha mijdarê de bacê, di meha kanûnê de deynên SGKyê, didin bikaribin deynên xwe yên bacê û SGKyê yên çileya paşîn, sibat, adar û nîsanê di meha hezîranê de bidin.

Agbal diyar kir ku ji deynê ku di meha çileya paşîn û gulanê dê tê dayîn, fayîz neyê girtin. Agbal got: "Welatiyên me yên ku deynên xwe nedane, heke bixwazin di meha gulan û hezîranê de prîmên xwe yên bac û SGKyê pêşin bidin. Dema pêşin bidin dê deynê wan bê daxistin. Her wiha welatiyên me yên ku bêrê deynên xwe pêşin didan, dikarin li gorî meha par bikin û hindik hindik bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın