Aborî, Jiyan

JINÊN VEBERHÊNER - Bi seraya ku vekir va mêrê xwe kire xwedîkar

Elîf Kandemira ku bi bûktî hate bajaroka Balpinarê ji bo ku piştgiriyê bide mêrê xwe yê bêkar dev ji bermalîtiyê berda û serî li Projeya Cotkarên Ciwan xist.

Haydar Şahin  | 09.09.2017 - Rojanekırın : 19.09.2017
JINÊN VEBERHÊNER - Bi seraya ku vekir va mêrê xwe kire xwedîkar

Batman

BATMAN

Elîf Kandemira 30 salî ya dayika zarokekî ya ku li Balpinara bajaroka li ser navenda Batmanê jiyana xwe didomîne ji bo ku piştgiriyê bide mêrê xwe yê bêkar serî li Projeya Piştgirîdayîna Cotkarên Ciwan xist û bi 30 hezarê ku ji projeyê sitand va sera vekir. Kandemir nika debara mala xwe dike.

Kandemira ku bi bûktî hate bajaroka Balpinarê ji bo ku piştgiriyê bide mêrê xwe yê bêkar dev ji bermalîtiyê berda û serî li Projeya Cotkarên Ciwan xist.

Projeya wê hat qebûlkirin û ji Kandemirê ra 30 hezar lire hîbe derket û wê bi vî pereyî va li ser zeviya xwe seraya 500 qeremetreyî ava kir.

Kandemir û mêrê wê yê bêkar destê sibê diçin seraya xwe, sebzeyên ku hêşinbûyî kom dikin û difroşin market û bazarvanan.

Kandemirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got piştî ku mêr kir ne ew dixebitî ne jî Omer Kandemirê mêrê wê.

Kandemirê got demekê şûnda ketin taya debara malê û paşê bi projeyê va ew û mêrê wê bûn xwedîkar û zehf kêfxweş bûn.

Kandemirê got berê bi tenê navê dexl û denê organîk bihîstibûn lêbelê nika ew bi xwe wan direşînin û wiha axivî: "Em li gor heyamê dexl û den diavêjin seraya xwe. Me pêşiyê marol avêt, paşê xiyar û tametês, çaxê dema wê be em ê gulkelem û keleman bajon."

Omer Kandemir jî got bi serkeftina Elîf Kandemirê serfiraz bûye û bi saya jina xwe ji bêkariyê xilas bûye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın