Muş
MUŞ
Li Mûşê li ber destê Reyhan Tekemena 3 sal berê ji dewletê alîkarî sitend û tesîsa berên ji şîr çêdibin ava kir 20 kes dixebitin.
Tekemenê 3 sal berê ji Saziya Alîkariya Pêşxistina Çandinî û Heywandariyê ji sedî 50 alîkariya hîbeyê sitend û li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Mûşê tesîsa berên ji şîr çêdibin vekir.
Li ber destê Tekemenê niha 20 kes dixebitin û dew, mast, tû, rûn û penêrê li tesîsê çêdikin dişînin çar aliyên Tirkiyeyê.
Tekemenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir gelek bextewar e tesîseke wiha ava kiriye.
Reyhan Tekemenê destnîşan kir li tesîsê rojê 10 ton şîr diemilînin û wiha got: "Hedefa me ew e em 20 ton şîr biemilînin. Eleqeyeke mezin ji bo berhemên me hene. Ez dixwazim ji bo hemû jinan bibim mînak. Bila netirsin û dest pê bikin."
Erhan Tekemenê mêrê Reyhan Tekemenê diyar kir bi karê jina xwe serfiraz e.
Beytullah Uygurê Kordînatorê Mûşê yê Saziya Alîkariya Pêşxistina Çandinî û Heywandariyê diyar kir her diçe tesîs mezin dibe.
Uygur diyar kir ji bo karsazên jin derfetên baş hene û got em girîngiyê didin projeyên jinan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.