Aborî

Karsazên welatên kendavê li Diyarbekirê ne

Bi organîzasyona hevpar a Ajansa Piştgiriya Veberhênan û Danasînê ya Serokwezîriyê û Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê ji Erebistana Siûdî, Qeter, Kuweyt û Behreynê 50 miteşebis hatin Diyarbekirê.

18.04.2017 - Rojanekırın : 19.04.2017
Karsazên welatên kendavê li Diyarbekirê ne

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Bi organîzasyona hevpar a Ajansa Piştgiriya Veberhênan û Danasînê ya Serokwezîriyê (TYDTA) û Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê (KKA) va ji Erebistana Siûdî, Qeter, Kuweyt û Behreynê 50 miteşebis hatin Diyarbekirê.

Ji bo ku bi welatên kendavê ra di qada çandinî û heywandariyê da bazirganî pêş bikeve û ji bo ku ji van welatan veberdêrên çandinî û heywandariyê werin herêmê, miteşebis hatin dewetkirin. Miteşebisan li Diyarbekirê piştî ku li loqinteyeke xwarinên herêmî nan xwar, li navçeya Sûrê Kompleksa Muzeya Îçkaleyê geriyan.

Îro Fuara 8emîn a Endustriya Çandinî, Heywandarî, Mirîşkkarî û Şîr a Rojhilata Navîn dest pê dike û miteşebisê beşdarî vê fuarê bibin.

Midûrê Giştî yê Şirketên Ziraetê ya AKELê Welîd Evdilezîz Al-Şellalî got ku têkiliyên navbera herdu welatan baş in û ew dixwazin ku di bazirganiyê da jî baş bin. Şirketên Ziraetê ya AKELê li Erebistana Siûdî feal in.

Şellalî xwest ku welatên korfezê dixwazin bi birayên xwe yên Tirkiyeyê ra tevkariyê bikin û wiha dewam kir: "Erebistana Siûdî li cihanê di nav welatên ku herî zêde goşt îtxal dikin de di rê za pêncemîn de cih digre. Heke em ji Tirkiyeyê bibînin terciha me wê ev der be. Bi taybetî Diyarbekir bi deşt û newalên xwe ve tê zanîn. Ji hêla heywandariyê ve cihekî baş e. Ji ber wê em hatin. Gelê siûd girîngiyê dide qalîteya goşt. Goştê li Diyarbekirê li gor tehma devê welatên Kendavê ye. Ji ber wê em beşdarî vê bernameyê bûn û em hatin."

- "Li Tirkiyeyê hêvî heye"

Şellalî behsa referanduma li Tirkiyeyê kir û got ku rewşa Tirkiyeyê nîşan dide ku wê îstiqrareke mayînde çêbibe û wiha axivî: "Tirkiye ji bo me bû deriyekî hêvîdar. Dema em vegeriyan welatê xwe emê tiştên ku me dîtine bibêjin. Emê bi taybetî behsa mêvandariyê dikin. Me xwarinên Diyarbekirê pir ecibandin."

- "Her çar aliyê Tirkiyeyê bi qîmet e"

Nûnerê TYDTAyê Dr. M. Mustafa Goksu got heyet ji karsazên ku îtxalata çandiniyê û heywandariyê dikin pêk tê.

Goksu diyar kir ku di heyetê da nûnerên odeyên ziraet û bazirganiyê jî cî girtin, ji bo ku hin kesên di heyetê da li vê derê mêze bikin û herin li welatê xwe qala firsendan bikin, loma bangî wan kirine.

Goksu got naxwazin ku organizasyonên wiha bi tenê li Enqere û Stenbolê bikin û wiha axivî: "Her parçeyekê Tirkiyeyê qîmeteke cuda ye. Em dixwazin ku van qîmetên xwe bi kesên eleqedar bidin nasîn. Hedefa me ew e ku li gor taybetiyên herêman veberhêneran bibin herêman û bi wan bidin nasîn."

Goksu destnîşan kir ku xebata wan hemleyên veberhênanê yên hikûmetê rexberî hev in û got, "Ji bo ku feyde bigihêje biryarên ku hikûmetê sitandine em vê gerê tertîb dikin."

Goksu diyar kir ku 2 sal şûnda li Erebistana Siûdî veberhênanên li ser heywandariyê ew ê bên qedexekirin û wiha pê daçû: "Nika Erebistana Siûdî qanûnek derxist, çaxa ku li dervayê welêt veberhênanê bikin qasî ji sedî 75ê veberhênana we piştgiriyê dide. Di nav welatên ku veberhênan bên kirin da Tirkiye jî heye.

- "Em bawer dikin derfetên nû çêbin"

Hasan Maralê Sekreterê Giştî yê KKAyê wiha got: "Em dixwazin veberdêrên li Diyarbekirê û yên di lijneyê da bînin bal hev. Em hêvî dikin derfetên nû çêbin."

Maral diyar kir piçûk be jî em dixwazin li van welatên îxracatê bikin.

Hasan Maral di berdewamiyê da diyar kir wê lijne Şanliurfayê jî ziyaret bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.