Dinya, Aborî, Çand û huner

Li Brezilyayê zimrûdeke 272 kîlogram hat dîtin

Li madeneke li rojhilatê bakurê Brezilyayê zimrûdeke 1,3 metro dirêj û 272 kîlogram giran hat dîtin

Nihat Kavşut  | 24.05.2017 - Rojanekırın : 25.05.2017
Li Brezilyayê zimrûdeke 272 kîlogram hat dîtin

Ankara

SAO PAULO

Li madeneke li rojhilatê bakurê Brezilyayê zimrûdeke 1,3 metro dirêj û 272 kîlogram giran hat dîtin.

Paulo Santanayê ji Daîreya Madenê ya Neteweyî destnîşan kir zimrûd 20 roj berê li eyaleta Bahîayê ji Kooperatîfa Madenê ya Bahîayê derketiye.

Santana diyar kir zimrûd 1,3 mêtro dirêj û 272 kîlogram gran e û wiha got: "Ev piştî zimrûda di sala 2001an da hat dîtin û 292 kîlogram û bihayê wê 300 milyon dolar e, zimrûda herî mezin a duyemîn e ji vê herêmê derket."

Paulo Santana diyar bihayê zimrûdê nizane û got li herêmê xwediyê madenekê zimrûd kiriye.

Hat diyarkirin Marcîo Jandirê parêzerê kesê zimrûd kirî û navê wî nayê zanîn destnîşan kir wê zimrûd li muze û pirtûkxaneyan bê nîşandan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın