Aborî

Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat rêjeya bêkariyê wê kêm bibe

Hemleya Piştgirî û Verberhênanê ya Bernameya Navendên Cazîbeyê ya Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê" ya ku Serokwezîr eşkere kiribû wê li herêmê rêjeya bêkariyê kêm bike.

29.09.2016 - Rojanekırın : 30.09.2016
Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat rêjeya bêkariyê wê kêm bibe

Van

VAN

Nûnerên saziyên pîşeyan ên li Rojhilatê Anadoluyê daxuyandin ku "Hemleya Piştgirî û Verberhênanê ya Bernameya Navendên Cazîbeyê ya Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê" wê li herêmê pirsgirêka bêkariyê kêm bike.

Serokên saziyên pîşeyan ên li herêmê der barê bernameya ku Serokwezîr Bînalî Yildirim eşkere kiribû di navbera salên 2016 û 2020an de li herêmê veberhênan bên kirin ku herêm pêşva here de daxuyanî dan nûçegîhanê AAyê.

Serokê Konseya Aboriya Wanê Kerem Baynal got ku gelek bajar li herêmê navenda cazîbeyê ne ku bajarê Wanê ji yek ji wan bajaran e.

Baynal got ku di salên dawîn de ji ber bûyerên terorê Wan ji vê taybetiya xwe ji dûr ket û wiha axivî:

"Bernameya Navendên Cazîbeyê ya Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û Hemleya Veberhênan û Piştgiriyê him ji bo Wanê û him jî ji bo herêmê pir lazim bû. Di sala 2017an da modernîzekirina Deriyê Gumrukê yê Kapikoyê jî wê cazîbeya Wanê zêde bike. Di nav berdewamiya hemleyên aborî da li Wanê avakirina navendên lojîstikê jî heye. Xebatên di qada binesaziya herêmên pîşe û organîzeyê da jî dewam dikin. Ev hemû geşedanên aborî ji bo veberhênanê wê miletê bikişîne herêmê."

Baynal bal kişand ser bêkariya li herêmê û destnîşan kir ku di çarçoveya bernameya veberhênanê da nifûsa ciwan wê di qada hilberînê da cih bigire û ferqa aborî ya di navbera herêman da jî wê bi vê sayê ji holê rabe.

- "Em wisa difikirin ku wê bûyerên terorî kêm bibin"

Baynal diyar kir ku ji bernameyên teşwîqê yên ku berê hatin eşkerekirin miletê zêde îstifade nekir û wiha pê da çû: "Lê em wisa difikirin ku ev bernameya teşwîqê wê cihê be. Li deverên ku pêşketina hilberîn û aborî hebe milet zêdetir li nirxên xwe xwedî derdikevin. Ji ber vê jî em wisa difikirin bûyerên terorî yên ku bingeha wî bêkarî û cahiliye jî wê kêm bibin. Ji ber vê jî em polîtîkaya veberhênanê ya ji bo herêmê baş dibînin."

Serokê Lijneya Rêvebirina Herêma Organîzeya Pîşeyê ya Wanê Şemsettin Bozkurt jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû bernameyên teşwîqê yên ku li herêmê wê bikevin rewacê.

Bozkurt wiha qise kir:

"Li gorî bernameya nû ya ku hikûmetê ragihand dê li herêmê nêzîkî 70 hezarî xanî bê çêkirin, pêngavên pêşxistina ajaldariyê dê bên avêtin, di warê tenduristiyê da gav dê bên avêtin û di vê çarçoveyê da deynê bacê dê bên duristkirin. Anku ev gav hemû dê herêmê pêş da bibin. Lêbelê ji bo ku veberhênerên nû jî bên herêmê, divê piştgiriya pîşesaziyê jî bête kirin. Bi gaveke werganî va karxaneyên nû dê bên sazkirin û evê jî bi xwe ra derfeta îstihdama nû bîne. Bi vî awayî li gorî me helwesteke pir erênî ye ku Wan di vê çarçoveyê da bibe navenda cazîbeyê."

- Hekarî

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hekariyê Servet Taş diyar kir ku bernameya veberhênan û piştgiriyê dê li herêmê bona kêşeya bêkariyê bibe çareyeke guncaw.

Taş bal kişand ku bernameya hemleya veberhênanê ya hikûmetê ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û wiha pê da çû, "Ev bername bona herêmê weke şoreşekê ye. Xusûsen devera Hekariyê, herêmeke wisa ye ku bi salan e bûyer lê diqewimin. Ev bûyer bûne kula herêmê. Ji ber hindê, karxaneyên ku dê nû bên vekirin dê kêşeya bêkariyê kêm zêde çareser bike. Aborî mezintirîn hêz e. Heger di warê aboriyê da pêşketin hebe, refaha mirovî jî dê zêde be."

- Mûş

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Mûşê Fatih Cengîz jî got ku biryara veberhênana aboriyê, hêvî da xelkê herêmê.

Cengiz diyar kir ku veberhênanên di warê aboriyê da wê cudahiyên di navbera herêman da ji holê rake û wiha xeberda: Deşa Mûş yek ji deştên herî mezin e. Kesên ku cotkariyê dikin ji ber tirsa ku wê nikaribin malê xwe bifiroşin dev jê berdidin, lê bi hewla ku hikûmetê daye destpêkirin dewlet xwedî li cotkaran derdikeve. Dewlet tiştên ku tên çandin distîne û pêşiya cotkaran vedike. Meseleyeke din jî ya îstihdamê ye. Bi vekirina fabrîqeyan wê herêm balê bikşîne û derkeve pêş."

Cengiz diyar kir ku herêm bi salan e bi bûyerên terorê tê rojevê û wiha axivî: "Ji xeynî xebatên aboriyê divê di warê çand û civakî da jî xebat bên kirin."

- Bitlîs

Davut Tezcanê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bitlîsê diyar kir ku pakêta veberhênanan wê feydeyek mezin bide herêmê.

Tezcan diyar kir ku wê li herêmê fabrîqe bên çêkirin û got ku pakêta veberhênanan ji bo herêmê bi xêr û biber be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.