Aborî

Warêlê nefta brent bi 69,95 dolarî ye

Bihayê warêlê nefta brent beriya ku daneyên li Amerîkayê bên eşkerekirin, bi 69,95 dolarî ye.

Önder Beyter  | 16.01.2018 - Rojanekırın : 16.01.2018
Warêlê nefta brent bi 69,95 dolarî ye

Ankara

ANKARA

Bihayê warêlê nefta brent, beriya daneyên hilberîna neftê û stoka nefta xam a ku wê sibê li Amerîkayê bên eşkerekirin, bi 69,95 dolarî ye.

Bihayê warêlê nefta brent ku duh bi 69,79 dolarî dest bi rojê kiribû û herî zêde derketibû ser 70,34 dolarî, îro serê sibê ji ser 70 dolarî ra dest pê kir. Warêlê nefta brent ji saet 09.14an pê va ji sedî 0,07 şikest û ji ser 69,95 dolarî miemeleyê dibîne. Di heman kêliyê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava jî ji ser 64,49 dolarî hat firotan.

Li gorî daneyên ku şirketa xizmetê ya qada neftê Baker Huges hefteya çûyî eşkere kir, di navbera 8-12ê rêbendanê da li Amerîkayê 10 qûleyên din ên sondaja neftê jî ketin xizmetê. Bi vî awayî, hejmara qûleyên sondaja neftê yên li Amerîkayê derket 752yan.

Pisporan destnîşan kir ku hilberîn û stoqa neftê ya heftane li Amerîkayê şikest ku ev yek jî liva berjor a bihayên neftê eşkere dike.

Wezareta Vejenê ya Amerîkayê texmîn dike ku Amerîka wê îsal hilberîna neftê derxe asta rekorê û herwiha di 2019an da jî wê hilberînê rojane derxe 11 milyon warêlî ku ev jî dike ji sedî 20 zêde bûn.

Di vê navberê da Wezîrê Neftê yê Îranê Bîjen Namdar Zengene jî diyar kir ku hin welatên OPECê naxwazin bihayê neftê derkeve ser 60 dolarî ku wer xuya ye ev daxuyanî jî di warê bihadanîna neftê da wê nîqaşeke nû bide destpêkirin.

Di piyaseyên neftê da çaverê ne ku hilberîn û stoqa neftê ya heftane ya li Amerîkayê sibê, raporên mehane yên neftê yên OPEC û Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ku wê di nava vê hefteyê da bên eşkerekirin, werin ragihandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın