Çand û huner, Jiyan

25 sal in karê bav û kalan dike

Kenan Aladagê ku li Qaxizmanê dijî 25 sal in ji xwêya kevir lembeyan çêdike.

18.01.2017 - Rojanekırın : 19.01.2017
25 sal in karê bav û kalan dike

Kars

KARS

Kenan Aladagê ku li Qaxizmanê dijî 25 sal in ji xwêya kevir lembeyan çêdike.

Aladagê ku xwêya kevir bi baldarî dihûne karê bav û kalên xwe dike.

Aladag xwêya ku ji kanê tê derxistin paqij dike, dihûne û peyra dike ampul.

Aladag lembeyên ku çêdike difiroşe û li ser daxwazê jî bi kargoyê dişîne bajarên cur bi cur ên li Tirkiyeyê.

Ji ber ku xwêya kevir ji bronşît, astim û xewê ra baş tê, lembeyên ku ji xwêya kevir hatine çêkirin eleqeyeke mezin dibîne.

AA di daxuyaniya da nûçegihanê AAyê de got ku lembeyên ku bi xwêya kevir çêdike, li temamê Tirkiyeyê tê firotin.

Aladagê ku pîşeya bav û kalan dimeşîne wiha dewam kir: "Ji zûde ye em vê pîşeyê dimeşînin. Li vira kanên xwêy hene û tên bikaranîn, em jî jê sûd werdigirin.

Aladag diyar kir ku xwêya ji navçeya Qaxizmanê tê derxistin cudaye û bir xweşik e. Aladag wiha dewam kir: "Kalê min xwêya ji wira derdixist dibir li Qersê û li der dora Qersê difirot. Piştre bavê min ji xwêya kevir tiştên xemlê çêkirin. Bavê min car caran van difirot, piştre min jî dest bi vî karî kir.

Aladag diyar kir, xwêya ocaxê ew bixwe derdixin û wiha dewam kir:

"Em ji dezgehên taybet xwêyê distînin. Em diçin ocaxê û xwêya ku kêrî me tê û em diecibînin, em derdixin. Em bi hiltî û çakûç va xwêyê dişkînin û hildidin. Em her xwêyê hilnadin, xwêya ku kêrî me tê, em derdixin. Em paşê li atolyeya xwe li ser wê xwêyê lêkolînê dikin. Xwêya ku derizîne, em bi kar naynin. Piştî hin rutuşan em lembeyê bi cih dikin. Di çêkirina van lembeyan da tu alaveke kîmyewî nayê bikaranîn. Em bi destê xwe çêdikin. Dema ku tiştek nekeve tev, zêdetir tê daxwazkirin. Em hema bê bi kargoyê dişînin hemû bajarên Tirkiyeyê."

Aladag diyar kir, xwêya kevir davêjin nav xurek jî û wiha dewam kir:

"Em xwêya kêvir di aşê kêvir da dihêrin. Em pesnê wê didin ku ji bo tenduristiyê pir baş e. Temeke pir xweş dide xurekan jî."

Aladag destnîşan kir, ew ê pîşeyê bav û kalên xwe hînî nifşên nû jî bike û ji bo ku xwêya Qaxizmanê neyê jibîrkirin, çi ji dêst tê wê bike.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın