Çand û huner

Barîna berfê û weşîna pelan li Hewramanê

Devera Hewreman ku bi ciwaniya tebîet, cografya, çiya, şax, şînkahî, huner û dewlemendiyên xwe yên din tê naskirin bi hatina zivistanê re bedewiyeke din li xwe poşand.

Muhammet Kurşun  | 08.12.2017 - Rojanekırın : 13.12.2017
Barîna berfê û weşîna pelan li Hewramanê

As Sulaymaniyah

HELEBCE

Bi hatina zivistanê û destpêkirina sermayê re li Hewreman di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de barîna berfê û weşîna pelan dîmenên ciwan derxistin holê.

Devera Hewreman ku bi ciwaniya tebîet, cografya, çiya, şax, şînkahî, huner û dewlemendiyên xwe yên din tê naskirin bi hatina zivistanê re bedewiyeke din li xwe poşand.

Barîna berfê û weşîna pelan ji daran, li vê mintiqeyê dîmenekî şayanê temaşeyê derxistiye holê. Hewraman bi van hereketên tebîetê ciwaniyeke cuda bi xwe ve dibîne.

Di kêliyên xatirxwestina payizê, silavdayîna zivistanê û xuyabûna biharê di asoyê de pelên weşiyayî me'neyeke taybet li van deveran dikin.

Hewramana ku bi xweşikiya xwe bûye dabaşa muzîk, huner û fotografgeriyê bi berf û sermayê jî taybetmendî û dewlemendiya xwe li ber çavan radixîne.

Dewlemendiya vê deverê û dîmenên wê wek nimuneyên hunerî li ser fotografan tên neqişandin û bi zarê hunerman tên nehwirandin.

Ew dîmen dibine huner û li ser kaxezan erzê endam dikin, hestê li wir peyda dibin jî digerin awazê û li ser zarê dengxweşan bilind dibin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın