Çand û huner

Bazara nanê kurdî li Silêmaniyê germ e

Li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê bazara nanê xwemalî germ e û xelk eleqeyeke baş nîşanî nanê germ didin.

Dlshad Saifaalddin Ahmed  | 23.02.2017 - Rojanekırın : 26.02.2017
Bazara nanê kurdî li Silêmaniyê germ e

As Sulaymaniyah

SILÊMANÎ

Li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê bazara nanê xwemalî germ e û xelk eleqeyeke baş nîşanî nanê germ didin.

Li kargeha bi navê Xecê Xanim a Silêmaniyê nanên curbecur têne çêkirin ku li ber jibîrbûnê ne. Loma jî xelk eleqeyekê nîşanî vî curê nan dide û naxwaze paşeroja xwe jibîr bike.

Xecê Xanim ji xeynî Silêmaniyê li gelek bajarên din ên Herêma Kurdistanê jî vebûye û her ku diçe berê xwe firehtir dike.

Ev kargeha ku di serê 2010an de vebûye her ku diçe zêdetir bale dikişîne û jimara xebatkarên xwe jî zêde dike. Heta niha li du cihan vebûye û ji 150 kesî zêdetir îstixdam dike.

Nanên li ser sêlê yan bi curê Hewramî li ser sacê tê çêkirin zêdetir eleqeyê dibîne.

Herwiha li vê derê xwarinên din ên hevîrî wek nawşikêne, kelane, nawsacî, nanê ceh, şilkêne, helwa, lêşawe û çend curên jî hene.

Kargêrê kargehê Şaho Letîf dibêje xelk bi awayekî giştî ji mamûlên wan razî ne: "Ji ber ku em di nan û xwarinên hevîr de sode û hewafiz bikar nayinin, rojane gelek welatî seredana me dikin û berhemên me dikirin. Gelek ji welatiyên ku muşteriyên me ne bîreweriyeke wan bi van curê em çêdikin re heye. Lewra ew bi xwe nikarin çêkin îdî."

Ew dibêje daxwaza wan heye li Hewlêr, Kerkûk, başûrê Iraqê û deverên din jî bi heman şêweyî kargehê vekin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın