Çand û huner

"Bilindtirîn gola Tirkiyeyê" li hêviya ziyaretvanên xwe ye

Gola Balikê ya li Agiriyê ku bilindtirîn gola Tirkiyeyê ye û bilindiya wê 2 hezar û 241 metre ye, li hêviya geştiyaran e.

Sevim Hatun  | 27.07.2017 - Rojanekırın : 01.08.2017
"Bilindtirîn gola Tirkiyeyê" li hêviya ziyaretvanên xwe ye

Ağrı

AGRI

Gola Balikê ya li Agiriyê ku bilindtirîn gola Tirkiyeyê ye û bilindiya wê 2 hezar û 241 metre ye, li hêviya geştiyaran e.

Gola Balikê ya li nêzî Zozanê Sînekê ku di navbera navçeya Taşliçay û Bazîdê de ye, bi tebîata xwe ya xweşik û balkêş, cureyên masî û çûkên dorberê balê dikişîne.

Dîmenên gola ku her demsal xweş û geş e ji aliyê ekîba Anadolu Agencyê (AA) ve bi "drone" hatin girtin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Muhsîn Bulut ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ava Gola Balikê ku gola herî bilind e, şîrîn e.

Bulut got ku ev cî û war ji bo turîzmê gelekî girîng in û wiha dewam kir:

"Lazim e geştiyar vê derê bibînin. Em di fuaran de bo danasîna Qesra Îshaq paşa, Çiyayê Agiriyê, kanyonên Diyadînê, çala meteorê û Gola Balikê hewl didin."

Geştiyar Ayşe Ozpinara ji Antalyayê got: "Wextê em hatin ser golê me zêde kes nedîtin. Ya rast lazim e ev der bên nasandin û ji bo turîzmê bibin ciyên balkêş

Me berê ev der nedîbû, lê wextê em gihiştin vir, me dît ku ciyekî zehf girîng û xweş e. Gola Balikê goleke mezin e, cureyên masî û giha yên di golê de jî zehf zêde ne. Em ji vir ji hemû geştiyaran re dibêjin, werin vir, vê golê bibînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.