Çand û huner

Çîrokbêj li Mêrdînê kom bûn

Di çarçoveya bernameya "deriyê heqîqetê" ya ku bi destê Midûriyeta Mûzeya Mêrdînê tê organîzekirin 40 çîrokbêj li Mêrdînê kom bûn.

EKÎP  | 12.10.2017 - Rojanekırın : 15.10.2017
Çîrokbêj li Mêrdînê kom bûn

Mardin

MARDÎN

Di çarçoveya bernameya "deriyê heqîqetê" ya ku bi destê Midûriyeta Mûzeya Mêrdînê tê organîzekirin 40 çîrokbêj li Mêrdînê kom bûn.

Çîrokbêjên li Mêrdînê li navend û navçeyên bajêr belav bûn û çîrokên xwe bi kurmancî, zazakî, tirkî, erebî, ingilizî, ermenîkî, kazakî, suryankî û lazkî gotin. Hin çîrokbêjan piştî çîrokên xwe stran jî gotin.

Der barê çalakiyê de Midûrê Mûzeya Mêrdînê Nîhat Erdogan daxuyaniyek da û got ku ciyê çîrokan di kevneşopiyê Anadoluyê û Mezapotamyayê de gelekî girîng e.

Erdogan wiha axivî:

"Mêvanên me yên çîrokbêj vê hefteyê dê li Mêrdînê bimînin. Çîrokên xwe wê li avahiya mûzeyê, qadan, xaniyên Mêrdînê yên berê û li banên xaniyan bibêjin. Di bernameya me de gelek konser, pêşangeh û panel jî hene. Bi saya vê em ê xwe bigihînin bi qasî 5 hezar xwendekarî û xeyalên wan geş bikin."

Hîndekara Zanîngeha Mustafa Kemalê Gonul Reyhanogluyê jî diyar kir ku di 9 saetan de ji Hatayê hat û li Mêrdînê ji zarokan ra çîrok got.

Reyhanogluyê destnîşan kir ku ji ber derfeteke wiha pêşkêşî wê kirine pir kêfxweş e û wiha pê da çû: "Dema ez li wir mam min bi gelek kesan ra sohbet kir û heta min hin hevdîtin jî kirin. Di nav wan da kesên par hatibûn jî hebûn. Ji ber ku derfeteke wiha dane wan ew jî pir kêfxweş bûn. Li vê derê gelek qewlikbêj û çîrokbêjan hevdu nas kir û ji bo xwepêşvebirinê derfetên nû bi dest xistin."

Çîrokbêj û wergêr Gunnur Başarê jî ragihand ku beşdarbûna wê ya vê bernameyê gelekî baş bû û wiha dewam kir: "Mêrdîn bajarekî bisêhr e, ez dixwazim her tim bêm vî bajarê mîna çîrokê ye. Bernameyeke gelekî xweş çêbû him guhdarvanan û him jî beşdarvanan jê gelek îstifade kir. Divê organîzasyonên wiha hertim bên kirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın