Çand û huner

Gurgurnega Susizê cemidî

Li Qersê germahiya hewayê dakete di binê sifirê da 20 pileyî û Gurgurnega Susizê cemidî.

Haydar Şahin  | 03.02.2018 - Rojanekırın : 04.02.2018
Gurgurnega Susizê cemidî

Kars

KARS

Gurgurnega Susizê ya li Qersê ji ber hewaya sar cemidî.

Li Qersê germahiya hewayê dakete di binê sifirê da 20 pileyî û ji ber sermayê jiyan zehmet e. Hin herêman cembelîk girtin, gol û gurgurneg jî cemidîn.

Piraniya Gurgurnega Susizê ya ku bilindahiya wê 15 mêtre ye û li ser rêbeja Qers-Erdexanê ye ji ber sermaya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê qeşa girt.

Bi qeşagirtinê va li gurgurnegê dîmenên xweşik derketin holê. Hin welatiyan li ber gurgurnegê wêne kişandin.

Murat Avciyê welatî diyar kir ku li Gurgurnega Susizê ji xweşikahiyên siruştî yên navçeyêyê ye û wiha axivî:

"Kesên ku vê derê dizanin tên û dîmenan dikişînin. Dibê meriv vê derê bibîne. Her aliyên Qersê bi xweşikahiyên siruştî tijî ne. Ji ber ku em li vê derê dijîn em kêfxweş in. Em bangî hemû kesan dikin ku bira werin û vê derê bibînin. Bi taybetî hevalên me yên ku bi Ekspresa Rojhilatê va tên, vê derê nizanin. Ji hêla danasînê va kêmasî hene. Heke were nasandinê gelek kesên werin vê derê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın