Çand û huner

Hewasa notirvanê kelê ya li ser "urartu"yan

Kuşmanê 77 salî li navçeya Gurpinarê notirvanê Kela Çavuştepeyê ye û ev demeke dirêj e ku li ser zimanê urartuyan dixebite.

20.09.2017 - Rojanekırın : 21.09.2017
Hewasa notirvanê kelê ya li ser "urartu"yan

Van

VAN

 Mehmet Kuşmanê 77 salî li navçeya Gurpinarê notirvanê Kela Çavuştepeyê ye û ev demeke dirêj e ku li ser zimanê urartuyan dixebite.

Kuşman 55 sal e notirvanê kelê ye û di qulûbeya xwe ya li ber kelê da him li ser elifbêya urartuyan dixebite him jî bazin, guhar, gustîl û gerdaneyan çêdike û motîfên urartuyan li ser dineqişîne.

Kuşman tiştên ku çêdike difroşe kesên tên ziyareta kelê û der heqê kelê da agahiyan dide ziyaretvanan.

Kuşman diyar kir ku ji çar aliyê dinyayê meriv tên ziyaretiya kelê û wiha dewam kir:

"Min li vê derê emrek derbas kir. Min dema xwe timî da elifbêya urartuyan. Înşeallah piştî min jî kesên ku vê elifbêyê hîn bibin derkevin. Divê zimanê urartuyan neyê jibîrkirin û dinya nas bike. Ji bo ku bigihêje nifşên nû ez pir xebitîm. Ez ê heta dawiya emrê xwe jî pê ra eleqedar bibim. Biyaniyên ku têne ziyaretê dema ku vê xebata min dibînin, min pîroz dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın