Çand û huner

Kaniyên dîrokî yên Stenbolê "miçiqîn"

Kaniyên dîrokî ku piştî fetha Stenbolê li bajêr hatin çêkirin li gorî mîmariya wê demê hatin neqişandin û bûn berhemên bêhempa niha miçiqî ne.

Ferizat Kaya  | 20.07.2017 - Rojanekırın : 21.07.2017
Kaniyên dîrokî yên Stenbolê "miçiqîn"

Istanbul

ÎSTANBUL

Kaniyên dîrokî ku piştî fetha Stenbolê li bajêr hatin çêkirin li gorî mîmariya wê demê hatin neqişandin û bûn berhemên bêhempa niha ji ber ku miçiqî ne bêxwedî mane.

Kaniyên kû wê demê ji bo pêdiviya ava bajêr hatin çêkirin, niha li hember şert û mercên giran li ber xwe didin. 

Stenbol di nav bajarên xwedî çand û kevneşopiyeke dewlemend de cih digire. Her sal bi milyonan tûrîst ji bo berhemên bêhempa û dîrokî bibînin tên Stenbolê. Lê niha bi taybetî kanî û sebîlên ku bi dîrok û hûnera dema Osmaniyan hatine nexşandin ji ber bêxwedîtî û bêeleqeyê di talûkê de ne.

Li ser kanî û sebîlên ku pîştî fethê li her deverên Stenbolê hatin çêkirin bi mîmarî û hunera wê demê hatibûn neqişandin.

Lê belê bi taybetî jî ji sedsala 20emîn û vir ve, çêkirina avahiyan zêde bû û di pêvajoya bajarbûnê da kanî û sebîlên dîrokî di nav avahiyan da winda bûn.

- Ji kaniyan av nayê û derdora wan tije çop e

Kaniyên dîrokî ku piraniya wan li Beşîktaş, Eyup û Beyogliyê ne niha bêxwedî mane û hatine jibîrkirin. Kaniyên ku ji aliyê dîrokî berhemên bêhempa ne li dijî şert û mercên dijwar li ber xwe didin û li benda avê ne.

Ji gelek kaniyên dîrokî av nayê, sûlava gelek kaniyan hatiye girtin û derdora wan tije çop bûye. Her wiha kîtabeyên li ser gelek kaniyên hatiye perçekirin an jî ji ber bêxwedîtiyê nayê xwendin. Li ser hin kaniyan jî bi boyaxa sprey hin tişt hatine nivîsandin.

-"Divê rayedaran xwedî li van berhemên dîrokî derkevin".

Mamosteyê Beşa Dîrok û Hunera Îslamî ya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Namik Kemal Alk.Doç Dr. Fatîh Kose daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kanî û sebîlên dîrokî mîrata çandî ne û hê bi tevahî ji holê ranebûnê divê rayedara xwedî li wan derên.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın