Çand û huner

Li Diyarbekirê 'kuçeya lîstikê' hat avakirin

Şaredariya Mezin a Diyarbekirê li navçeya Baglarê ji bo zarokan qada lîstikê amade kir.

Türkan Tosun  | 26.04.2017 - Rojanekırın : 27.04.2017
Li Diyarbekirê 'kuçeya lîstikê' hat avakirin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ya ku bi KHKyê va Şaredar lê hatiye wezîfedarkirin, ji bo zarokan kuçeya lîstikê ava kir.

Xebatkarên şaredariyê li ser kolana Turgut Ozal a li navçeya Baglarê ji bo zarokan qadeke lîstikê amade kirin. Di vê qadê de rêya ji bo ajotina duçerxeyan, cihê futbolê û basketbolê heye. Zarok li vir têra dilê xwe dilîzin.

Amadekirina qadê wê di meha gulanê de bi temamî biqede.

- "Zarokên me dahatûya bajarê me ne"

Cumalî Atîllayê Şaredarê Mezin a Diyarbekirê got ku ji bo cihên ku zarok bikaribin bilîzin zêdetir bên çêkirin ew dixebitin û wiha axivî: "Yek ji tişteke girîng a ku mirov bide zarokan ew e ku mirov ji bo zarokan qadên biewlehî yên ku bikaribin lê bilîzîn çêbike. Heke zarokên me kêfxweş bibin û bikenin, Diyarbekira me jî wê bikene. Lewra zarokên me dahatûya bajarê me ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.