Çand û huner

Li Diyarbekirê "Mihrîcana Berhemên Herêmî" hat vekirin

Li Diyarbekirê "Mihrîcana Berhemên Herêmî" hat vekirin û di mihrîcanê da ji 70 bajarên Tirkiyeyê qederê 200 cure berhem hene.

Nihat Kavşut, Haydar Şahin  | 28.09.2017 - Rojanekırın : 03.10.2017
Li Diyarbekirê "Mihrîcana Berhemên Herêmî" hat vekirin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Sûra navçeya Diyarbekirê "Mihrîcana Berhemên Herêmî" hat vekirin û di mihrîcanê da ji 70 bajarên Tirkiyeyê qederê 200 cure berhem hene.

Mihrîcana li Sûrê ji bo nasandina berhemên herêmî hat vekirin wê heta 5ê cotmehê dewam bike û welatî eleqeyeke mezin nîşan didin.

Tevfik Ender Baharê Kordînatorê Mihrîcana Berhemên Herêmî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir di mihrîcanê da berhemên ji bajarên curbecur yên Tirkiyeyê hatine tên nasandin.

Bahar diyar kir dixwazin xelkê Diyarbekirê li tehma berhemên herêmî binihêre û got ev mihrîcan cara ewil e li Diyarbekirê tê çêkirin û wiha dewam kir: "Ji bo mihrîcanê kesên ji derva hatine gelekî kêfxweş in. Di mihrîcanê da ji gelek bajaran berhem hene."

Muhammed Kardeşê di nav standên li mihrîcanê da geriya destnîşan kir bi saya mihrîcanê li tehma xwarin û xurekên curbecur yên herêmî dinihêrin.

Murat Katanalpê ku ji Kocaeliyê beşdarî festivalê bû jî diyar kir ku pîşmaniyeyên teze û germ anîne Diyarbekirê, ji Diyarbekirê ku ev cara ewil e tê zehf hez kir.

Katanalp wiha got: "Eleqeyê nîşanî pîşmaniyeyan didin û jê hez dikin. Ji hemû bajaran esnaf hatine festivalê. Em li benda hemû gelê Diyarbekirê ne ku werin standên me.

Ugur Korkunê esnaf ê ku ji Afyonqerehîsarê hatiye festivalê destnîşan kir ku li festivalê xwarin û xurekên tebiî difroşin û tehmên herêmî zehf tên ecibandin.

Huseyîn Şenerê ku ji Gîresunê beşdarî festivalê bû jî wiha axivî:

"Em kefxweş in, eleqeyekê nîşanî dexl û denê me didin. Ji ber ku hatim Diyarbekirê bextewar im. Min leşkeriya xwe jî li vê derê kiribû. Bû nesîb ez carekê dîsa hatim vê derê. Em di rihetî û ewlehiyê da danûstendinê dikin. Kesên ku tên festivalê dibêjin 'ser çavan ra hatin, ev cara ewil e ku fuareke wiha tê vekirin, zehf ring bû'."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.