Çand û huner

Li Wanê nexşên 2 hezar û 700 salî tên restorekirin

Keleha Ayanîsê ya li hember Gola Wanê hatiye çêkirin perçeyên nexşên keviran yên 2 hezar û 700 sal berê hatine çêkirin û ji ciyê xwe bûne piştî xebateke 2 sal ajot bi destê restorator û peykerçêkeran cardin li ser keviran va tên zeliqandin.

Nihat Kavşut  | 15.08.2017 - Rojanekırın : 16.08.2017
Li Wanê nexşên 2 hezar û 700 salî tên restorekirin

Van

VAN

Li Keleha Ayanîsê ya ji hêla Rusayê 2yemîn yê Qralê Urartuyan li hember Gola Wanê li ser girekî bilind hatiye çêkirin perçeyên nexşên keviran yên 2 hezar û 700 sal berê hatine çêkirin û ji ciyê xwe bûne piştî xebateke 2 sal ajot bi destê restorator û peykerçêkeran cardin li ser keviran va tên zeliqandin.

Keleha Ayanîsê ji xeynî hostetiya di kevir û kerpîçên wê da bi nexşên li beşa perestgehê û sûran da berhemeke girîng a dema Urartuyan e. Li Keleha Ayanîsê xebatên kolandinê di serokatiya Prof. Dr. Mehmet Işikliyê Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê tên meşandin.

Xebatên li kelehê 28 sal in dewam dikin û berhemên 2 hezar û 700 sal berê hatinê çêkirin di encama xebatên kolandinê da derketin holê.

Li kelehê xebatên tên kirin bi destê ekîbeke ji 25 kesan pêk tê û tê da ji zanîngehên Ataturk, Dokuz Eylul, Yuzuncu Yil, Batman, Anadolu û Orduyê xwendekar û pispor hene tên meşandin.

Prof. Dr. Işikli diyar kir îsal li keleh û derdora kelehê giranî dane ser xebatên parastin û restorasyonê û wiha got: "Di kelehê da 20 sal berê qada perestgehê hat dîtin. Tê da perestgeha Haldiyê heye û bi şiklê xwe yê sellayê taybetiya kelehên Urartuyan di xwe da dihewîne."

Işikli destnîşan kir li ser nexş û kevirên perestgehê xebatên çêkirin û restorasyonê dikin û got ev karekî hesas û zor e.

Prof. Dr. Işikli diyar kir restorator û peykerçêker bi xebateke hesas perçeyên ji ciyê xwe bûne ji hev diqetînin û ciyê wan eşkere dikin û wiha got: "Perçeyên nexşên keviran yên 2 hezar û 700 sal berê hatine çêkirin û ji ciyê xwe bûne piştî xebateke 2 salan ajot bi destê restorator û peykerçêkeran cardin li ser keviran va tên zeliqandin."

Işikli destnîşan kir 28 sal in dixebitin û wiha got: "Bi xebata Qaymeqamtiya Tuşbayê, Şaredariya Tuşbayê, Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê, Midûriyeta Şand û Tûrîzmê û Midûriyeta Giştî ya Bîrdarî û Roleveyê banê parastinê çêkirine."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın