Çand û huner

Li Îranê atolyeyên tevnê

Li eyaleta Xorasana Bakur a Iranê atolyeyên tevnê piştevaniya aboriya herêmê dikin

Önder Beyter  | 17.09.2017 - Rojanekırın : 19.09.2017
Li Îranê atolyeyên tevnê

Tahran

BOCNÛRD

Li eyaleta Xorasana Bakur a Iranê li Rûîna navçeya Bocnûrdê atolyeyên tevnê piştevaniya aboriya herêmê dikin.

Ehmed Wisalî ku li navçeya Rûînê di atolyeyên tevnê da dixebite, der heqê tevngeriya herêmê da daxuyanî da peyamnerê AAyê.

Wisalî destnîşan kir ku Dezgeha Tûrîzm, Hunerên Destan û Mîrata Kelepora Îranê di sala 2010an da Rûîn tescil kir.

Wisalî herwisa der barê xebatan da pêzanîn parve kirin û wiha got, "Ji dezgeyê rastê ra Gav an jî Tene tê gotin. Însanan berê pêwîstiya xwe ya tekstîlê li ser tevnan bixwe bi cih dianîn. Berhema van dezgehan wekî pijgîr an jî pîneyên nuxamtinê tên emilandin. Navê dezgeyê çepê jî Îstiqlal e. Piştî şoreşê (1979) dezgeyên evçend mezin li Rûînê ketin fealiyetê."

Wisalî diyar kir ku li ser tevnê Îstiqlalê perçeyên bêtir biber tên daxistin û wiha pê da çû, "Mirov dikare perçeyên mêtroyek fireh li ser van tevnan daxîne. Ev tevnên ku li ser wan, rûnivîn jî tên berhemanîn ji aliyê UNESCOyê hatin tescilkirin."

Wisalî bal kişand ku li Rûînê beriya 1980yî qedera 350 malbatî debara xwe bi vî karî dikir û wiha dewam kir, "Di 2010an da li gund bi tenê 4-5 dezgeh mabûn. Di encama xebatan da aniha bi tenê 100 malbat vî karî dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın