Çand û huner

Mozaîka hezar û 500 salî ew ê bê barkirin

Ji bo ku mozaîka hezar û 500 salî ya li Besniya navçeya Adiyemanê barî Muzeya Gazîentabê bikin dest bi xebatan kirin.

Haydar Şahin  | 27.07.2017 - Rojanekırın : 01.08.2017
Mozaîka hezar û 500 salî ew ê bê barkirin

Adıyaman

ADIYAMAN

Ji bo ku mozaîka hezar û 500 salî ya li Besniya navçeya Adiyemanê barî Muzeya Gazîentabê bikin dest bi xebatan kirin.

Midûrê Muzeya Adiyemanê Mehmet Alkan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku mozaîka sedsala 5an ji ber ku li Muzeya Adiyemanê cî tune ew ê barî Muzeya Gazîentabê bikin.

Alkan diyar kir ku dest bi xebatên kolînê kirin û wiha pê da çû:

"Li vê derê 4 rêzên nivîseke grekî hene. Prof Cumhur Tanriverê hîndekarê Beşa Şand û Zimanên Sedsalên Berê ya Zanîngeha Egeyê ev nivîs wergerande tirkî. Di nivîsê da wiha tê gotin, 'Ev dêra pîroz çaxa Maranasê mezin û pîroz hate vê derê bi alîkariya wî va bi mozaîkan hat xemilandin'. Çaxa meriv li navê Maranas mêze dike dibîne ku ev dêra suryaniyan e. Tîpa nivîsê û stiîla mozaîkê nîşan dide ku ev mozaîk di sedsala 5an da hatiye çêkirin."

Alkan destnîşan kir ku xebatên kolînê ew ê bi qasî 15 rojan dewam bikin.

- Dema zeviya xwe diajot mozaîk dît

Mehmet Dagê ku li Sugozuya taxa Besniyê cotkariyê dike di 22yê hezîranê da çaxa zeviya xwe diajot mozaîka ku dirêjahiya wê 4 metre ye û li ser nivîs û şikili hene dîtibû.

Cenidrmeyên ku Dag haya wan pê xist agahî dan Midûriyeta Muzeya Adiyemanê, di lêkolîna arkeologan da hat tesbîtkirin ku mozaîka aliyekê wê şikestiye di heyama Romaya Rojhilat da hatiye çêkirin û emrê wê hezar û 500 salî ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın