Çand û huner

Navê Qaymeqam Safîturk li Dêrikê dan pirtûkxaneyekê

Li dibistanekê navê Qaymeqam Muhammet Fatîh Safîturkê ku li Dêrikê di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê da şehît ket, dan pirtûkxaneyê.

18.01.2017 - Rojanekırın : 19.01.2017
Navê Qaymeqam Safîturk li Dêrikê dan pirtûkxaneyekê

Mardin

MARDÎN

Li dibistanekê navê Qaymeqam Muhammet Fatîh Safîturkê ku li Dêrikê di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê da şehît ket, dan pirtûkxaneyê.

Safîturkê ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê ya Wezareta Karên Navxweyî ji bo Şaredariya Dêrikê hat wezîfedarkirin û di 10ê Mijdarê di êrîşa terorê da şehît ket, li navçeyê tê bibîranîn.

Li Lîseya Îmam Xetîbê ya Keçan a Dêrikê Nûnertiya Bajêr a Mêrdînê ya Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) pirtûkxaneyeke ku ji 3 hezar pirtûkan pêk tê ava kir û navê Safîturk li pirtûkxaneyê danîn.

Di merasima vekirinê da Qaymeqam Hakan Kafkas xeberda û got ku Safîturk ji bo navçeyê kedeke mezin da.

Mustafa Mendeşê Alîkarê Waliyê Mêrdînê sipasiya kesên ku ji bo avakirina pirtûkxaneyê hewl dan kir.

Abdullah Songurê Nûnerê Mêrdînê yê TUGVAyê destnîşan kir ku dixwazin navê Safîturk nedin jibîrkirin.

Mizgîn Temela ji xwendekarên dibistanê diyar kir ku wê ji pirtûkxaneyê îstifade bikin û got ku Xwedê rehma xwe li Safîturk bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın