Çand û huner

Sê tizbiyên ji kalikê wî man jiyana wî guherand

Ziya Demirê (29) li Çubuka navçeya Enqereyê dijî 12 sal berê bi sê tizbiyên ji kalikê wî maye va dest bi koleksiyona tizbiyan kir û jiyana wî guherî.

Türkan Tosun  | 29.11.2017 - Rojanekırın : 02.12.2017
Sê tizbiyên ji kalikê wî man jiyana wî guherand

Ankara

ANKARA

Ziya Demirê (29) li Çubuka navçeya Enqereyê dijî 12 sal berê bi sê tizbiyên ji kalikê wî maye va dest bi koleksiyona tizbiyan kir û jiyana wî guherî.

Demir di 17 saliya xwe de piştî lîseyê dev ji perwerdeya xwe berda û dest bi çêkirina tizbiyan kir.

Demir li mala xwe û goşeyeke atolyeya bavê xwe bi kevirên karîbar, katalîn, baga û agatê va tizbiyan çêdike û wan di navbera 100 û 10 hezar lireyan de difroşe.

Demir ji nûçegihanê AAyê re got bi sê tizbiyên ku ji kalikê wî mane dest bi berhevkirina tizbiyan kiriye û wiha axivî: "Paşê min ji bo xwe tizbî çêkirin, yên ku dîtin jî xwestin û min ji wan re jî çêkir. Li ser medyaya civakî min tizbiyên xwe nîşan dan û danasîna wan kir. Ev 5 sal e ez bi firotina wan debara xwe dikim. Ji her temenî mirov eleqeyê nîşanî tizbiyan didin, lê herî zêde ji Herêma Behra Reş sipariş tên. Ev kar bi keda destan, roniya çavan û sebir va tê kirin"

Demir got dema ew ciwan bûye xerclixên xwe daye tizbiyan û her roj bi tizbiyeke nû va çûye dersxaneyê û bavê wî her çiqas xwestibe jî wî zanîngeh nexwendiye.

Ji bo ked û çêkirina tizbiyan Demir wiha got: "Karê ku ez dikim hemû keda destan e, ez kedeke mezin didim. Ez karê xwe pir hez dikim û ji ber vê xêrê jî jê dibînim."

Mehmet Karabulutê him heval û him jî muşteriyê Demir e jî wiha got: "Ziya tizbiyan baş çêdike. Sebra mirov bi tizbiyan tê, stresê dibe. Koleksiyan min a tizbiyan ya ku 150 perçeyî heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın