Çand û huner

Vê hefteyê 9 fîlm wê bikevin vîzyonê

Vê heftêyê li Tirkiyeyê di salonên sînemayê de 9 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Türkan Tosun, Sevim Hatun, Fatih Gazioğlu  | 22.06.2017 - Rojanekırın : 22.06.2017
Vê hefteyê 9 fîlm wê bikevin vîzyonê

Istanbul

ÎSTANBUL

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê de vê hefteyê jê 3 xwemalî bi tevahî 9 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Fîlma bi navê "Transformers 5: Şovalyeyê Dawîn" a ku derhênerê wê Mîcheal Bay e û serlîstikvanên wê Mark Wahlberg, Anthony Hopkîns, Laura Haddock, Isabela Moner, Stanley Tuccî, John Turturro û Josh Duhamel in wê derkeve pêşberî temaşevanan.

Mijara fîlmê lehengên ku dibin dijmin û şerê dawîn a mezin a di navbera herdu dinyayan de ye.

Derhênerê dîtbarî ya fîlmê Jonathan Sela ya û mûzîkên fîlmê jî ji hêla Steve Jablonsky va hatine çêkirin.

-"Roja Reş"

Filma "Roja Reş" a ku derhênerê wê Peter Berg e behsa êrîşa bibombe ya ku di sala 2013an de li Bostonê dema maratonê de çêbû û piştî êrîşê şikbar çawa hatin girtin dike.

Serlîstikvanên fîlmê Mark Wahlberg, J.K. Sîmmons, Mîchelle Monaghan, John Goodman, Kevîn Bacon, Rachel Brosnahan û Melîssa Benoîst in.

-"Sendroma Berlînê"

Serlîstikvana fîlma "Sendroma Berlînê" Teresa Palmer e. Clareya wênegira ji Awistralyayê li Berlînê mêrekî nas dike û pê re dibe heval. Mêr wê li Berlînê di malekê de dîl digire, Clare ji bo ji destê wî xilas bibe hewl dide.

Ji bilî Teresa Palmerê lîstîkvanên wekî Max Riemelt, Lucie Aron û Matthias Habich jî di fîlmê de hene û derhêneriya fîlmê Cate Shortland kir.

-"Li Pişt Çiyayan"

Di fîlma "Li Pişt Çiyayan" de Rabînê ciwanê ku çavên wî nabînin li dû kifşkirina nasnameya xwe ye.

Di fîlmê de navên wekî Barakat Jabbour, Michel Adabachi, Sajed Amer, Abido Bacha û Toufic Barakat dilîzin.

Dehênerê fîlmê Vatche Boulghourjian e.

-"Havîna 93yan"

Fîlma bi navê "Havîna 93yan" ku Carla Simonê nivîsî û derhêneriya wê kir de lîstîkvanên wekî Laia Artigas, Paula Blanco, Etna Campillo û Bruna Cusi dilîzin.

Di Mihrîcana Fîlman a 2017an de xelatên wekî "Fîlma Ewil a Herî Serkeftî", "Xelta Juriyê ya Navneteweyî", "Xelta Taybet a Juriyê" wergirt. Di fîlma ku cureya wê drame de zaroka 6 salî ya bi navê Frîda behsa wê havîna ku jiyana wê guherî dike.

-"Recep Îvedîk 5"

Fîlma bi navê "Recep Îvedîk 5" ya ku Şahan Gokbakar nivîsî û leyîstiye wê cara duyemîn bikeve vîzyonê.

-"Tiştên Şirîn"

Derhêner Ugur Uludag e û fîlmeke romantîk e. Di fîlmê da Toprak Sergen, Cem Ozer, Îlhan Şeşen, Ugur Uludag û Cem Uçan dilîzin.

- "Sêhr 2"

Derhênerê fîlmê Adnan Guler e û fîlmeke tirsê ye. Gîzem Salkim, Ozgul Kavruk, Îlayna Kiyak, Can Arpaci û Yeşîm Salkim dileyîzin.

Fîlm behsa komeke xwendakarên zanîngehê û tiştên bi serê wan de hatine dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın