Çand û huner

Welatiyên başûrê Rojhilatê ji sezona nû hêvîdar in

Karsazên Başûrê Rojhilata Anadoluyê ku her sal gelek turîstên herêmî û biyanî diezimînin hêvî dikin ku îsal li gorî sala çûyî hê jî baştir derbas bibe.

22.02.2017 - Rojanekırın : 26.02.2017
Welatiyên başûrê Rojhilatê ji sezona nû hêvîdar in

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê bi saya dewlemendiyên xwe yên dîrokî û çandî, her sal gelek turîstên biyanî û herêmî dikşîne. Karsazên Başûrê Rojhilata Anadoluyê hêvî û bawer dikin ku sezona nû li gorî sala çûyî baştir derbas bibe.

Di demên dawîn de ji ber neyiniyên li Sûriye û herêmê, li bajarên GAPê Şanliûrfa, Diyarbakir, Gazîantep û Medînê sezona turîzma baş derbas nebû. Tê hêvîkirin ku îsal li herêmê ji bo turîzmê sezoneke baş derbas bibe.

Karsazên herêmê hêvî dikin ku bi saya projeyên ku hikûmetê diyar kir û ji bo aramî û refaha herêmê girîng e, turîzma herêma Başûrê Rojhilata Anadoliyê pêşve here.

Muslum Çobanê Serokê Rehberên Turîstên Herêmî ye ku ji 15 bajarên herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê pêk tê û di nav de Diyarbekir, Wan û Merdîn jî hene, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber gengeşiyên li herêmê turîzm baş derbas nebû û welatiyan zirar dît.

Çoban wiha dewam kir: "Turîstên ku derdikevin tura GAPê, ji Gazîanep heta Şanliûrfa, Merdîn, Diyarbekir, Batmanê digerin û cihên turîstîk û dîrokî dibînin. Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li derveyê welêt bangî welatiyan kir û got 'cîranê xwe jî bigre û were' em hevî dikin ku wê îsal turîzim baş derbas bibe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.