Çand û huner

Xebatên parastina Gobeklîtepeyê berdewam in

Li Gobeklîtepeya ku di dîroka mirovahiyê da wekî şûnwarekî herî qedîm tê qebûlkirin, xebat tên meşandin da ku ziyaretvan li herêmê rihetir bigerin.

Önder Beyter  | 10.10.2017 - Rojanekırın : 11.10.2017
Xebatên parastina Gobeklîtepeyê berdewam in

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Şaredariya Bajarê Mezin Şanliurfayê li Gobeklîtepeya ku di dinyayê da wekî navenda perestgeha herî kevnar tê qebûlkirin, ji bo ku ziyaretvan li herêmê rihetir bigerin, xebatan dimeşîne.

Li Gobeklîtepeya ku 18 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e û li nêzîkî taxa Orencîkê ye, qonaxeke nû dest pê dike.

Gobeklîtepeya ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê û herwiha gelek dezgeh û saziyên navneteweyî va wekî navenda perestgeha herî kevnar tê qebûlkirin û herwiha 5 sal berê jî li Lîsteya Berwext a Kelepora Dinyayê ya UNESCOyê hatibû zêdekirin, ji bo ku nerûxe û bi salan li ber xwe bide xebata çêkirina baniyê pola ya li ser 4 hezar mêtro çargoşeyî dewam dike.

Şaredarê Bajarê Mezin Nîhat Çîftçî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wan çendek berê bi navê "Li Şanliurfayê Dîrok Jinûva Vedije" projeyek da destpêkirin û herwiha şaxeke mezin a vê projeyê li Gobeklîtepeyê ye.

Çîftçî bal kişand ku berhemên dîrokî yên li ser rûyê erdê, ji ber berf, baran, tav, germ û sermayê bivênevê deforme dibin û wiha pê da çû:

"Em Gobeklîtepeyê wekî mîrat û kelepora dinyayê qebûl dikin. Bi rastî jiyanê li vir dest pê kiriye û xaka vê derê bibereket e. Ev ji bona me şansek e. Em dixwazin vî şansî bi awayê herî baş biemilînin, bidin naskirin û herwisa bajarê xwe pê bikin binavûdeng."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.