Polîtîka, Dinya

Trump: "Welatên piştgiriyê didin terorê dibe ku bibin qurbaniyên xerabiya terorê"

Serokê Emrîkayê Donald Trump got: "Welatên ku piştgiriyê didin terorê, wê rîskê di xwe de dihewînin ku bibin qurbaniyên xerabiya teror belav dike. Em balê dikişînin ser vê"

Muhammet Kurşun  | 07.06.2017 - Rojanekırın : 08.06.2017
 Trump: "Welatên piştgiriyê didin terorê dibe ku bibin qurbaniyên xerabiya terorê"

Washington DC

WASHINGTON

Serokê Emrîkayê Donald Trump êrişa terorî ya li Tehranê şermezar kir û got: "Welatên ku piştgiriyê didin terorê, wê rîskê di xwe de dihewînin ku bibin qurbaniyên xerabiya teror belav dike. Em balê dikişînin ser vê."

Koşka Spî der barê êrişên li ber Tirbeya Xumeynî û Meclisa Îranê de daxuyaniya nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Nauert, cih da van îfadeyan: "Em ji bo qurbaniyên êrişên terorî û xelkê Îranê ku di demeke ne xweş re derbas dibe xemgîn in. Welatên ku piştgiriyê didin terorê, wê rîskê di xwe de dihewînin ku bibin qurbaniyên xerabiya teror belav dike. Em balê dikişînin ser vê"

Li paytextê Îranê Tehranê serê sibehê êriş li ser Tirbeya Xumeynî û Meclisa Îranê pêk hatin. Di êrişan de 6 jê terorîst 18 kes hatibûn kuştin û 43 kes jî hatibûn birîndarkirin. Rêxistina terorî DEAŞê êriş girte ser xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın