Polîtîka, Dinya

Trump: "Îran pêşengiya terora kureyî dike"

Serokê Emrîkayê Donald Trump got: "Rejima Îranê pêşengiya terorîzma kureyî dike. Li herêmê xerakirin û kaosê belav dike. Li Libnan, Yemek û Iraqê terorîstên ku welatan xera dikin biçek dike"

Muhammet Kurşun  | 21.05.2017 - Rojanekırın : 22.05.2017
 Trump: "Îran pêşengiya terora kureyî dike"

Ankara

RIYAD

Serokê Emrîkayê Donald Trump, diyar kir ku Îran pêşengiya terora kureyî dike û got: "Îran li herêmê xerabûn û kaosê belav dike."

Trump li Zîrweya Emrîka- Welatên Ereb û Îslamî ku li paytextê Siûdiyê Riyadê bi beşdariya ji 50 zêdetir serokên welatên ereb û Îslamî dest pê kir axivî.

Trump destnîşan kir ku ji bo rê li ber "krîza tundreviya Îslamî" bigirin divê li hemberî terorîzmê mucadele bikin. Ev yek jî ji herêmê derdikeve û ev ne şerê Rojava û Îslam, şerê qenc û xerab e. Trump wiha axivî: "Em nehatine vir ku dersê bidin. Em ne hatine vir ku ji însanên din re bibêjin çawa bijîn, çi bikin, kî ne û divê çawa îbadetê bikin. Li şûna vê ji bo ya ji me hemûyan re baş pêk bînin hatine. Em ji bo piştgiriya berjewendî û nirxên hevpar li vir in."

Trump bangewaziya mucadeleya li dijî "tundreviyê" kir û got: "Wan ji îbadetxaneyên xwe biqewirînin, wan ji civaka xwe biqewirînin."

Piştre wiha dewam kir: "DEAŞ, El Qaîde, Hizbullah, Hemas û yên din. Ev ne tenê ji jimara kuştiyan herwiha ji reqemên xeyalên şikestî jî mesûl werin dîtin.

"Kengê terorîstek însanekî masûm bike, muraceetî navê îlahê sexte dike. Ev biçûkxistina her însanê xwedî bawerî ye. Terorîst ji Xwedê re îbadetê nakin. Ew îbadetê ji mirinê re dikin. Eger em vê terora ku organîze bûye tune nekin em dizanin dê çi bibe."

Ji bo xelasbûna krîza Sûriyê jî Trump bangewaziya welatên dinyayê kir ku bi hev re DEAŞê ji holê rakin û îstiqrarê bînin.

Der barê Îranê de jî got qurbanên herî demdirên ên êrişkariya Îranê xelkê wê bi xwe ne û got welatiyên wê dewletê ji ber şerê bêperwa yê serkirdeyên xwe ji jiyanê bêhêvî bûne.

Trump got Beşşar Esed bi piştgiriya Îranê "sûcên tirsnak ên nayên tarîfkirin" kirin.

Trump Wiha nirxandin kir:

"Rejima Îranê pêşengiya terorîzma kureyî dike. Li herêmê xerakirin û kaosê belav dike. Li Libnan, Yemek û Iraqê terorîstên ku welatan xera dikin biçek dike. Wan perwerde dike û çavkaniyên fînansê bo wan peyda dike. Îran bi dehê salan e şerê teror û mezhebî gur dike. Heta ku Îran bibe şirîkeke dildar a aştiyê divê hemû welatên biwijdan ji bo îzolekirina wê bi hev re bixebitin. Divê hemû qebûl nekin ku Îran piştgiriyê bide terorê û ji bo xelkê Îranê bigihê rêveberiyeke adil û heqperest dua bikin. Eger em bi vê terora kujer rûbirû nebin, em dizanin ku dê pêşeroj tenê êş û bêhêvîbûnê ji me re bîne."

Ji bo hewandina penaberan Trump Tirkiye, Urdin û Libnan pîroz kirin.

Li zîrweyê ji xeynî Emrîka û Siûdiyê welatên wek Tirkiye, Kazakistan, Azerbaycan, Tacikistan, Qirgizistan, Ozbekistan, Tirkmenistan, Îmarat, Kuweyt, Qeter, Umman, Behreyn, Misir, Urdin, Fas, Cezayir, Komor, Tûnis, Yemen, Iraq, Sûdan, Endonezya, Malezya, Brunei, Bangladeş, Maldiv, Uganda, Senegal, Gine, Burkina Faso, Girava Ac, Nijer, Mali, Kamerun, Gabon, Nijerya, Çad, Gine-Bissau, Sierra Leone, Togo, Mozambik, Benin, Gambiya, Efxanistan, Guyana, Surinam, Arnawudistan, Pakistan, Libya, Filîstîn, Libnan û Somalî jî beşdar dibin.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın