Dinya

"Yên tehdîda PKKê nabînin şaşîtiyeke tarîxî dikin"

"Yên tehdîda PKKê nabînin şaşîtiyeke tarîxî dikin"

Muhammet Kurşun  | 02.02.2018 - Rojanekırın : 03.02.2018
 "Yên tehdîda PKKê nabînin şaşîtiyeke tarîxî dikin"

Ankara

ANKARA

Gotebêjê Serkomariyê Îbrahîm Kalin, der barê têkiliyên Amerîka û PKKê de diyar kir ku: "Burokratên Amerîkayê dibêjin YPG muttefiqeke pêbawer e, lê belê ev rêxistin li hemberî gavên meşrû yên Tirkiyê sivîlan dike mertal. Ev hal divabû li Qesra Spî bûbûya sedema zenga alarmê. Yên li Sûriyê tehdîda PKKê nabînin şaşîtiyeke tarîxî dikin."

Gotebêj Kalin, di malpera https://edition.cnn.com/ê de meqaleyek nivîsand û Operasyona Efrînê nirxand, rexne li helwesta Amerîkayê girt.

Kalin bal kişand ser wê yekê ku CIA jî PYDê wek baskê PKKê yê li Sûriyê pênase dike û vê rêxistinê li gor Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê jî sûcê şer kiriye.

Kalin wiha nivîsand:

"PYD û baskê wê yê eskerî YPG îddia dikin nûnerên Kurdên Sûriyê ne. Lê bi sed hezaran Kurdên Sûriyê xwe spartine Tirkiyê. Lewra ji zilma YPGê ditirsin."

Li ser tehdîda PKKê jî wiha nirxandin kir:

"PKKê ji sînorê Efrînê nêzîkî 700 êriş kirin. Îdî sebra Tirkiyê nema. Burokratên Amerîkayê dibêjin YPG muttefiqeke pêbawer e, lê belê ev rêxistin li hemberî gavên meşrû yên Tirkiyê sivîlan dike mertal. Ev hal divabû li Qesra Spî bûbûya sedema zenga alarmê. Yên li Sûriyê tehdîda PKKê nabînin şaşîtiyeke tarîxî dikin."

Wek din wiha dewam kir:

"Ev operasyon gaveke yekparçeyiya axa Sûriyê dixe bin ewlehiyê. Ev li gor maddeya 51emîn a NYê wek bergiriya rewa tê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın