Dinya

600 milyon zarok ji ber xelaya avê dê zirarê bibînin

UNICEFê hişyarî da ku ji ber ku ava vexwarinê her ku diçe kêm dibe di sala 2040an de li giştiyê dinyayê ji 4 zarokan yek ango 600 milyon zarok dê bi nexweşiyê û mirinê re rû bi rû bimînin.

22.03.2017 - Rojanekırın : 23.03.2017
600 milyon zarok ji ber xelaya avê dê zirarê bibînin

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Fona Alîkariya Zarokan a NYyê (UNICEF) hişyarî da ku ji ber ku ava vexwarinê her ku diçe kêm dibe di sala 2040an de li giştiyê dinyayê ji 4 zarokan yek ango 600 milyon zarok dê bi nexweşiyê û mirinê re rû bi rû bimînin.

UNICEF, di rapora xwe ya "Roja Avê ya Cîhanê" de ragihand ku ji ber avhewaya diguhere, hişkayiya her ku diçe zêde dibe û şerên li çaraliyê dinyayê, ava vexwarinê her ku diçe kêm dibe. Ji ber ku av kêm dibe zarok di talûkê de ne.

Li gorî raporê her sal hewcehiya avê her ku diçe zêde dibe lê li hember ve hewcehiyê çavkaniyên ava vexwarinê kêm dibin. Di nava vê rewşê de niha li 36 welatan xelaya avê heye. Li dinyayê her roj ji ber ku ava paqij nabînin ji 800î zêdetir zarokên 5 salî ji ber zikêşê dimirin.

Ji ber ku ava vexwarinê her ku diçe kêm dibe heta sala 2040an li giştiyê dinyayê ji 4 zarokan yek ango 600 milyon zarok ji ber tunebûna avê dê bi nexweşî û mirinê re rû bi rû bimînin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın