Dinya

Amadehiyên "referanduma serxwebûnê" didomin

Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya HKIyê daxuyand, li herêmên ku nîqaş li ser hene piraniya xebatên hilbijartinê xelas bû, li 284 navendan bi tevahî wê li ser 2069 sandoqan reyê were avêtin

İbrahim Atmaca  | 25.07.2017 - Rojanekırın : 25.07.2017
Amadehiyên "referanduma serxwebûnê" didomin

As Sulaymaniyah

SILÊMANÎ

Cih û hejmara sandoqên ku wê di "referanduma serxwebûnê" ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da werin danîn eşkere bû.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya HKIyê daxuyaniya nivîskî da û ragihand, xebatên hilbijartinê yên li herêmên ku nîqaş li ser hene piranî kuta bû.

Di daxuyaniya nivîskî da hat gotin ku li 284 navendên ku di nav sînorên HKIyê da ne bi tevahî 2069 sandoqê werin danîn.

Li Hewlêra paytext 53, li Silêmaniyê jî 74 navend hatin kifşkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo Komîsyona Referandumê Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm wek nûnerê Kerkûkê hat hilbijartin.

Serokê HKIyê Mesûd Barzanî di 7ê hezîranê da daxuyanî dabû û gotibû ku referanduma serxwebûnê wê di 25ê îlona 2017an da were kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.