Dinya

Amerîka wê arîkariya bo Pêşmerge bidomîne

Amerîkayê biryar da ku sala bê 364 milyon dolarî bo Pêşmerge bişîne.

Muhammet Kurşun  | 30.11.2017 - Rojanekırın : 30.11.2017
Amerîka wê arîkariya bo Pêşmerge bidomîne

Arbil

HEWLÊR

Fermandeyê Operasyonên Hevbeş ê Amerîkayê li Iraqê General Ralp Baker, diyar kir ku dê Amerîka sala bê 364 milyon dolar arîkariyê bo Pêşmerge bişîne.

Baker li Hewlêrê digel Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet Kerîm Sîncarî re civiya û ragihand ku dê arîkariya Amerîkayê bo Pêşmerge bidome.

Baker destnîşan kir ku Amerîkayê biryar daye 364 milyon dolarî bo Pêşmerge bişîne.

Wezîr Sîncarî jî ji bo arîkariyê sipasiya Amerîkayê û koalîsyona navneteweyî kir û daxwaz kir ku ji bo perwerdeya Pêşmerge hêzên koalîsyona navneteweyî li Herêma Kurdistanê bimînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın