Dinya

"Amerîka wê posterê li Reqayê çawa şîrove bike?"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Li Reqayê posterê serokê terorîstan li cihekî daliqandine. Amerîka niha wê çawa vê şîrove bike?"

Ekip  | 20.10.2017 - Rojanekırın : 21.10.2017
"Amerîka wê posterê li Reqayê çawa şîrove bike?"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê daliqandina wêneyê serokê PKKê Ocalan a li Reqayê de got: "Li Reqayê posterê serokê terorîstan li cihekî daliqandine. Amerîka niha wê çawa vê şîrove bike? De hadê kerem bikin."

Erdogan piştî 9emîn Zîrweya Hevkariya Aborî ya D-8ê li Koşka Dolmabahçeyê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê de nirxandin kirin.

Li ser berfirehkirina D-8ê Serokomar Erdogan wiha got:

"Em dibêjin ji berfirehkirina D-8ê netirsin. Min ev teklîfî hevalên ku pê ra xeberda jî kir. Ya rastî Wezîrên me yên Karên Derva jî di navbera xwe da li ser vê axivîn. Em dikarin hejmara D-8ê derxin D-20î jî. Li gor min gaveke wiha ew ê kêrhatî be. Hevalên me yên ku min pê ra xeberda jî dibêjin 'Em erênî li vê mijarê mêze dikin.' Hûrgilî û teqîbata vê ew ê di navbera wezîrên karên derva da bê nirxandin."

Ji bo têkoşîna li dijî terorê jî wiha axivî: "Di hemû welatên D-8ê da biryardariyek heye. Hemû jî biryardar in ku di mijarên PKK, FETO û mijarên din da ji bo piştevaniyê ji me ahagiyan bistînin -qala îstixbaratê dikim- û çi ji destê wan tê bikin."


Serokomar Erdogan der barê daliqandina wêneyê serokê PKKyê Ocalan a li Reqayê de wiha nirxandin kir:

"Li Reqayê posterê serokê terorîstan li cihekî daliqandine. Amerîka niha wê çawa vê şîrove bike? De hadê kerem bikin. Gotin tê li ser gotinê jî tu dibêjî 'PKK rêxistina terorê ye. Welatên endamê Yekîtiya Ewropayê dibêjin rêxistina terorê ye'. Fransa di televîzyona xwe ya dewletê de wek vê posterê serokê terorîstan li avahiyê xwe va daliqand, polês jî temaşe dikin. Ewê vê çawa îzah bikin? Di têkoşîna dijî terorê de hevkarî ev e? Lê dema ku em hevdîtinên dualî dikin ji me re dibêjin 'Em di têkoşîna dijî terorê de li cem we ne'. Em li we bawer nakin, hûn ne li cem me ne, heke hûn li cem me bûna we bi polêsên xwe va ew ne diparastin. Li Almanyayê dimeşin, polês jî li cem wan dimeşe. Di bin ewlehiyê de diqîrin û bi vê posterê va dimeşin. Ew ne dirust in. Ez ji wan re dibêjim dirust bin, paşê ranebin car caran hin tiştan ji me nexwazin. Bila bizanibin ku bedela her tiştî heye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın