Dinya

Bab gihîşt azadiya xwe, ew jî gihîştin xeyalên xwe

Bajarê Babê yê ku yek ji noqteyên girîng ê Operasyona Mertalê Feratê ye, piştî ku ji rêxistina terorê DEAŞê hat paqijkirin bû adresa nû ya xelkê herêmê yê ku li aramiyê digere.

27.03.2017 - Rojanekırın : 28.03.2017
Bab gihîşt azadiya xwe, ew jî gihîştin xeyalên xwe

Gaziantep

GAZÎANTEP/HELEB

Bajarê Babê yê ku piştî Cerblusê yek ji noqteyên girîng ê Operasyona Mertalê Feratê ye, piştî ku ji rêxistina terorê DEAŞê hat paqijkirin bû adresa nû ya xelkê herêmê yê ku li aramiyê digere

Navçeya Babê ya ku Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi operasyona ku nêzîkî 7 meh berê bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) va dest pê kir û piştî şer û pevçûnên dijwar ji destê rêxistina terorê DEAŞê derxist, êdî seba xelkê herêmê bû adresa nû ya aram.

Piştî rizgarkirina Cerablusa ku sembola operasyonê ye, dê li Babê jî kêmasiyên jêrsazî û jorsaziyê bên temamkirin û herwiha bajarê bibe bêndera ewledar a duyemîn a herêmê. 

Bajar dema ku di kontrola rêxistina terorê DEAŞê dabû, nifûsê wê berjêrî heya 20 hezar kesî bibû, lê piştî ku yekîneyên ASAyê bajar kontrol kirin, nifûs derket nêzîkî 80 hezarî. Malbat êdî di rêyên vekirî û ewledar da seyahatê dikin û gelekî kêfxweş in ku xeyalên xwe pêk tînin.

- Rêwîtiya ber bi Babê

Yek ji malbatên ku bi hêviya emniyet û aramiyê berê xwe didin Babê malbata Mikemmed e ku ji 14 kesan pêk tê.

Malbat ji ber zextên rejim, rêxistinên terorê PYD û DEAŞê 3 sal berê ji gundê Til Aranê yê Helebê koçî deverên ewledar kir da ku li ser piyan bimîne. Herwiha malbatê niha jî digel hêviyên xwe alav û amûrên xwe yên nava malê li kamyonetekê bar kirin û berê xwe dan Baba ku qet berê nedîtine. Neferên malbatê dê piştî du rêwîtiyê bigehîjin navçeyê û li vir digel alîkariya eqrebayên xwe dê hewla berxwedanê bidin.

Endamê malbatê Ebdurezaq Ûbeyd Mihemed di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku wan berê bi cotkariyê debara xwe dikir.

Mihemed diyar kir ku piştî şerê navxweyî ew beşdarî ASAyê bû û herwiha piştî ku gundê wan ket destê rejima Esed, wan êşkence dît û ji ber hindê ew mecbûr man ku birevin û wiha dewam kir, "Em pêşiyê li Minbicê paşê jî li deverên ewledar bicih bûn. Ji wê şûnda jî me bihîst ku ASAyê Bab azad kir û me jî biryara xwe da ku em werin û li Babê bicih bin. Me bi xelkê li Babê ra xeberda û em hîn bûn ku gel li wir rihet e. Înşelah emê rojên firaqetiyê bibînin. Li wir derfeta kar jî heye. Ezê li wir ji xwe ra karekî bibînim û debara malbata xwe pê bikim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.