Dinya

Bankaya Navendê biryara faîzê eşkere kir

Lijneya Polîtîkaya Pereyan a Bankaya Navendê ya Komara Tirkiyeyê di faîzan de guherîn nekir.

Türkan Tosun  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 18.01.2018
Bankaya Navendê biryara faîzê eşkere kir

Istanbul

ÎSTANBUL 

Bankaya Navendê ya Komara Tirkiyeyê der barê rêjeya faîzê da daxuyanî da û got Lijneya Polîtîkaya Pereyan bi serokatiya Murat Çetînkaya ve civîya.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku asta rêjeya faîza îhaleya biwade ya heftane (fazîa polîtîkayê) ji sedî 8, asta rêjeya faîza deyndarbûnê ya Bankaya Navendê ji sedî 7,25 û asta rêjeya fona marjînal jî ji sedî 9,25an de sabît hatiye girtin.

Di çarçoveya sepana Paceya Lîkîdîteya Dereng de, wadeya şevê ya di Piyasaya Pereyan ya Di Navbera Bankayan de saet di navbera 16.00-17.00an de dikeve rewacê di asta rêjeya faîzê ya deyndarbûnê ya Bankaya Navendî ji sedî 0 û rêjeya faîzê ya deyndayînê jî di asta 12,75an de sabît hat girtin.

Di daxuyaniyê de behsa zêdebûna daxwazê ya derva hat kirin û hat gotin tesîra vê ya erênî li ser îxracatê heye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.