Dinya

Barzanî banga diyaloga dostane li Bexdayê kir

Serokê HKIyê Barzanî got ku piştî referandûmê 25ê îlonê ji bo diyaloga cidî û dostane ya bi Bexdayê re amade ne.

Elif Orhan  | 20.09.2017 - Rojanekırın : 21.09.2017
Barzanî banga diyaloga dostane li Bexdayê kir

Arbil

HEWLÊR

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku piştî referandûma 25ê îlonê amade ne ku bi Bexdayê re bi awayekî cidî û dostane bikevin diyalogê.

Barzanî di mitînga "belê" ya li bajarê Silêmaniyê axivî û îdia kir ku referandûma ku dê bikin normal û qanûnî ye û got ku "Ev sûc nîne. Gelekî ku ev bi qasî 100 sal in rastî neheqiyê tê daxwaza serxwebûnê dike."

Barzanî destnîşan kir ku piştî referandûmê amade ne ku bi hikûmeta navendî re hevdîtinê bikin û wiha axivî:

"Piştî referandûmê ji bo ku hemû pirsgirêkên bi Bexdayê re bên çareserkirin bi piştgiriya civaka navneteweyî em amade ne ku bikevin nav diyalogeke cidî û dostane. Piştî ku me hemû pirsgirêk di nav salek an du salan de çareser kirin pişt re em ê bi xweşikahî wekî birayan xatir bixwazin. Me seranserê 100 salî got ku 'em bi hev re û wekî birayan bijîn' lê we qebûl nekir. Wê demê werin ji bo ku em wekî cîranan bijîn xatir ji hev bixwazin. Hûn dost, bira û mitefîqê me ne."

Barzanî got "Dibe ku zehfê wan xelet fehm kiribin lê bi ya me referandûma dawiya dinyayê nîne. Biryara gelê Kurdistanê jî nayê wê wateyê ku dê dawî li her titşê bîne."

- Bi Serokomar Mesûm re hevdîtin kir

Ji aliyê din ve Mesûd Bاrzanî beriya mitîngê li Silêmaniyê bi Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm re hat bal hev.

Serokomar Mesûm di 16ê îlonê de ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bangewaziya "diyaloga erênî" kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın