Dinya

Barzanî: "Biryara girtina Kosret Resûl siyasî ye"

Serokê HKIyê Barzanî: "Biryara girtina ku daraza Iraqê der heqê Arîkarê Serokê HKIyê Kosret Resûl de derxist siyasî ye."

Elif Orhan  | 19.10.2017 - Rojanekırın : 20.10.2017
Barzanî: "Biryara girtina Kosret Resûl siyasî ye"

Arbil

HEWLÊR

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî da zanîn ki biryara girtinê ya ku daraza Iraqê der heqê Arîkarê Serokê HKIyê Kosret Resûl de derxist siyasî ye.

Ji Ofîsa Barzanî daxuyaniyek hat dayîn û li gor daxuyaniyê Barzanî biryara ku Dadgeha Lêkolînê ya Rîsafayê ya girêdayî Rêveberiya Daraza Bilind a li Bexdayê der heqê Resûl de derxist siyasî ye û got ku di çarçoveya vê biryarê de derket holê ku hişmendiya desthilat a li paytext çawa tevdigere.

Di daxuyaniyê de Barzanî da zanîn ku gelekî bi awayekî aştiyane anî ziman ku ka çi difikire û li ser vê yekê bi cezakirina komî re rû bi rû ma û bi zihniyeteke wiha re jiyan mimkûn nîne.

Barzanî got ku rayedarên li Bexdayê di mijara biryardayînê de azad in û qal kir ku dê destê wan nekare Kosret Resûl û kesên wekî wî têkoşêr bigire.

Daraza Iraqê îro ji ber ku ji bo yekîneyên girêdayî rêveberiya navendî peyva "hêzên dagirker" bi kar aniye der heqê Kosret Resûlê Arîkarê Serokê HKIyê de biryara girtinê derxistibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.