Dinya

Barzanî dîsan got ku wê referandûm neyê li paşxistin

Serokê HKIyê Barzanî, dûbare kir ku wê ew referandûma qaşo ya serxwebûnê ku li dijî destûrê ye, wê bê kirin.

Ahmet Aydın  | 24.09.2017 - Rojanekırın : 25.09.2017
Barzanî dîsan got ku wê referandûm neyê li paşxistin

Mardin

HEWLÊR 

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, dûbare kir ku wê ew referandûma qaşo ya serxwebûnê ku li dijî destûrê ye, wê bê kirin.

Barzanî li qesra serokayetiyê ya li Selahedînê bajaroka Hewlêrê, derbarê referandûma "dijî destûrê" ya ku biryar e sibê bê encamdan, ji rojnamevanan re daxuyanî da.

Barzanî destnîşan kir ku referandûm wê pêvajoyeke dûvdirêj be û wiha got, "Destûra ku 2005ê hat amadekirin hêviyeke mezin da Iraqiyan, di dawiyê de em pê hesiyan destûrek heye. Di amadekirina vê de rola kurdan mezin e. Di wê serdemê de Diyala, Enbar, Selahedîn û Mûsil dengê redkirinê ji bo destûrê bikaranîn. Gelek tê re derbas nebû derkete holê ku rayedarên Bexdayê, fikrê wan heman fikrê encamderên qetliyamên berê yên weke enfalê ne. Destûr hate îxlalkirin, budceya pêşmerge û meaş hate birîn. Şirîkatî xilas bû. Dûvra meaşên memûra jî hat birîn. Emê bi vî şiklî çawa bijîn? Tehdîdan dest pê kir. Pêştir li ser Iraqeke demokratîk û federal biryar hatibû dayîn. Lê niha hikûmeteke mezhebparêz li hemberî me ye."

Barzanî îfade kir ku wan digel civaka nêvneteweyî û herwiha digel Bexdayê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê hemî rê ceribandine û got, "Ê ku berê me da vê rêyê Bexda bi xwe ye. Par me serdana Bexdayê kir û me got, 'li welêt şirîkatiyeke heqîqî nema ye û ev şirîkatî têk çû' û me got 'em dikarin bibin 2 cîranên baş'. Wana got ku em bi şiklekî baş vê qebûl dikin. Pişt re dema me biryara referandûmê da, ev tişt weke surprîzekê qebûl kirin. Ji ber ku em neçar man, me ji her aliyî re gotibû ku emê 25ê îlonê herin referandûmê û şirîkatiya me ya digel Iraqê qediya."

Barzanî wiha pê de çû: "Kesek nehat ku bipirse çima we biryareke wisa sitend lê tenê rasterast dest bi tehdîdan kirin. Di nava 100 salî de tiştê derkete holê înkara hebûna gelê kurd e, ne tiştekî din e. Pirsîna ji gelê Kurdistanê 'ka hûn çi difikirin?' çima wê sûc be? Dema kampanyaya Enfalê de û dema balafirên şer kurd bombebaran kirin, me hîç behsa referandûmê nekir."

Barzanî anî ziman ku tenê serxwebûn dikare garantiyê bide ku ew rabirdûya nexweş wê careke din neyê jiyanê û wiha pê de çû:

"Referandûm gava ewil e ku kifş dike ka wê gelê me çawa bijî. Pêvajoyeke dûvdirêj e. Em amade ne ku digel Bexdayê bi pêvajoyeke dirêj hevdîtinên erênî bikin. Referandûm nayê wê wateyê ku wê bi xêzkirina sînoran, fikrên emrîwaqî bê ferzkirin. Helbet wê hevdîtinên me weke hevdîtinên du şirikan be. Ji vê seatê pê ve hevdîtinên ku em digel Bexdayê bikin wê di pozîsyona 'gelo ka em çawa dikarin bibin du cîranên dost' de be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın