Dinya

Barzanî ji bona bertekê nîşan bidin bang li kurdên diyasporayê kir

Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê bang li kurdên li DYA û Ewropayê dijîn kir ji bo zextên li ser herêmê rabin çalakiyên qanûnî û aştiyane bikin.

Nihat Kavşut  | 21.10.2017 - Rojanekırın : 22.10.2017
Barzanî ji bona bertekê nîşan bidin bang li kurdên diyasporayê kir

Arbil

HEWLÊR

Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê bang li kurdên li DYA û Ewropayê dijîn kir ji bo zextên li ser herêmê rabin çalakiyên qanûnî û aştiyane bikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji ofîsa Barzanî hat dayîn da wiha hat gotin: "Ez bangê li kurdên li DYA û Ewropayê dijîn dikim ji bo piştgiriyê bidin gelê me çalakiyên qanûnî û aştiyane bikin. Ji bo rakirina zextê ji welatiyên welatên hûn lê dijîn alîkariyê bixwazin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin di vê pêvajoyê da berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê diyasporaya kurdan û wiha got: "Ez dixwazim hûn dengê Herêma Kurdistanê ya mezlûm û peyama aştiyane ya gelê me ragihînin hemû dinyayê."

Barzanî di berdewamiya daxuyaniyê da wiha got: "Gelê me niha di bin dorpêçê da ye û bi cezakirineke komî ra rû bi rû ye. Hikûmeta navendî ya Iraqê tenê qala fikra xwe dike û di bin navê qanûnê da dixwaze gelê bêsûc ceza bike. Helbet cezayê dixwazin li ser gelê me bisepînin derî hemû qanûn û destûra bingehîn e. Di heman demê da dixwazin bi şer û çekan îradeya xwe li ser gelê me ferz bikin. Ji ber vê qederê 150 hezar kesî cî û warê xwe terikand."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın