Polîtîka, Dinya

Barzanî û Aliyev li Davosê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî û Serokomarê Azerbeycanê Aliyev li Davosê civiyan. Di civîna Barzanî û Aliyev de dostaniya tarîxî ya xelkê Kurdistan û Azerbeycanê hate behskirin

19.01.2017 - Rojanekırın : 19.01.2017
Barzanî û Aliyev li Davosê civiyan

Ankara

ANKARA 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Azerbeycanê Îlyam Aliyev li Davosê civiyan û rewşa hiştî guftûgo kirin.

Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî û Aliyev li Davosa Swîsreyê ku ji bo beşdariya 47emîn Forûma Aboriya Cîhanê beşdarî lê kirin kombûn.

Di civîna Barzanî û Aliyev de dostaniya tarîxî ya xelkê Kurdistan û Azerbeycanê hate behskirin, herdu aliyan jî diyar kir ku divê têkiliyên dualî xurttir û berfirehtir bibin.

- Aliyev, Barzanî dawetî Azerbeycanê kir

Herwiha herdu lîderan jî bal kişand ser wê yekê ku divê fêde ji dostaniya xelkê Kurdistan û Azerbeycanê were girtin û bi taybetî di warê aboriyê de bingeheke saxlem were avêtin.

Hat ragihandin ku Serokomarê Azerbeycanê Aliyev, Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî dawetî welatê xwe kir û jê xwest ku seredanekê bike. Seredana heyetên dualî jî di vê çarçoveyê de hate xeberdan.

Ji aliyekî din de şerê li dijî terorîstên DEAŞê, rewşa Iraqê û Rojhilata Navîn bi giştî hate nirxandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.