Dinya

Barzanî û McGurk rewşa Sûriyê nirxandin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo şerê li dijî DEAŞê Brett McGurk li ser rewşa Sûriyê axivîn

Muhammet Kurşun  | 15.05.2017 - Rojanekırın : 16.05.2017
Barzanî û McGurk rewşa Sûriyê nirxandin

Ankara

HEWLÊR

 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Nûnerê Taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo şerê li dijî DEAŞê Brett McGurk pêşwazî kir.

Li gor daxuyaniya malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Barzanî û McGurk, şerê li dijî terorîstan ên li Mûsilê û qonaxa piştî nemana DEAŞê nirxandin.

McGurk behsa ehemmiyeta Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge ji bo Emrîkayê kir û ragihand ku dê arîkariya Emrîkayê ji bo Pêşmerge berdewam be.

Di hevdîtinê de têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pêvajoya siyasî ya Îraqê jî hatin nirxandin.

Di beşeke din a civînê de rewşa siyasî û ewlehiyê li Sûriyê û pêngav û planên ji bo têkşkandina DEAŞê li wê deverê hatin guftûgokirin.

Di civînê de Balyozê Emrîkayê li Bexdayê Douglas Silliman û Konsolosê Hewlêrê Ken Gross, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî û Berpirsê Têkiliyên Derve Felah Mistefa jî amade bûn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.