Dinya

Bertekên li dijî îxlalên Îsraîlê yên li ser Mescîda Eqsayê

Dror Feîler der barê îxlalên Îsraîlê yên li ser Mescîda Eqsayê got: "Îsraîla dagirker dixwaze statuya dînî, dîrokî û siyasî ya Mescîda Eqsayê bigûherîne."

Ferizat Kaya  | 26.07.2017 - Rojanekırın : 27.07.2017
Bertekên li dijî îxlalên Îsraîlê yên li ser Mescîda Eqsayê

Stockholms Lan

STOCKHOLM

Dror Feîlerê bi eslê xwe ji Îsraîlê ye û welatiyê Swêdê ye der barê îxlalên Îsraîlê yên li ser Mescîda Eqsayê got: "Îsraîla dagirker dixwaze statuya dînî, dîrokî û siyasî ya Mescîda Eqsayê bigûherîne."

Feîler di sala 2015an de bi aktivîstên swêdî û norweçî re ji bo dorpêçiya li ser Xezeyê rakin, derketibû rê. Feîler der barê îxlalên Îsraîlê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got : "Îsraîl ji bo statuya dînî, dîrokî û sîyasî ya Mescîda Eqsayê biguharîne plana dike." Feîler ragihand ku Îsraîl bi zanetî gengeşiyê derdixe û ji bo statuya herêmê biguhere di sala 2014an de gav avêt.

Feîler wiha dewam kir: "Ji xwe hikûmeta Îsraîlê encamê zane lê dîsa jî car caran van gavan davêje. Hêviya min ew e ku em li hember van tevgeran her caran bertekên xurt nîşan bidin û pêşiya Îsraîlê bigirin."

Feîler îdia kir ku di 14ê tirmehê de 3 kesên ku ji aliyê leşkerên îsraîlê ve hatibûn kuştin, welatiyên Îsraîlê bûn. Feîler got: "Tiştê ecêb ew e ku kesên ji aliyê polêsên Îsraîlê ve hatin kuştin, welatiyên îsraîlê bûn, lê kes behsa vê mijarê nekir û çapemenî li ser nesekinî. Lê Îsraîlê vê mijarê ji xwe re bikaranî û Filistînê sucdar kir."

Feîler ragihand ku pirsgirêka di navbera Îsraîl û Fîlîstînê da encax bi prensîbên însanî çarêser bibin û wiha dewam kir: "Niha çarêsariya pirsgirêka di navbera herdu dewletan da pir zor e. Lêbelê prensîbên însanî bên bikaranîn wê pirsgirêk çarêser bibe. Yanî divê herkes di qada herêmî û navneteweyî de xwediyê heman mafan bin. Divê em rêzê nîşanî cudatiyan bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın