Dinya

Berê çekên Amerîkayê bi Tirkiyeyê va dikin

Qismekî çekên Amerîkayê ku bi hinceta têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorê dabû PYD/PKKya rêxistina terorê di êrîşên terorê yên li Tirkiyeyê da tên emilandin.

Ekip  | 12.12.2017 - Rojanekırın : 13.12.2017
Berê çekên Amerîkayê bi Tirkiyeyê va dikin

Ankara

ANKARA 

Qismekî çekên Amerîkayê ku bi hinceta têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorê dabû PYD/PKKya rêxistina terorê di êrîşên terorê yên li Tirkiyeyê da tên emilandin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir alîkariya çekan a ku Amerîkayê da PYD/PKKya rêxistina terorê cara ewil di 7ê nîsanê da li baregeha Rumeylanê hat kirin. Helîkoptêrên Amerîkayê barê çekan û amûrên eskerî ji bo unsûrên PYD/PKKê danîbûn û ji wê rojê vir va alîkarî dewam kir û dîmenên TIRên çek tê da bûn jî hatibûn kişandin.

Ew alîkariya çekan a ku Amerîkayê da rêxistinê têrî artêşeke ji 30-40 hezar kesî pêk tê, dike.

Talal Siloyê demekê berdevkiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a saziya paravan a PYD/PKKya rêxistina terorê ye kiribû û paşê ji wir reviya û xwe spart Tirkiyeyê jî di îtirafên xwe da bal kişand ser alîkariya çekên Amerîkayê ku dabû rêxistinê got ku tevlî çekan perwerdehiya eskerî jî bi destê Amerîkayê dihat dayîn.

- "Xema wan nîne ku çek dikevin destê kê"

Çekên ku Amerîkayê di çarçoveya alîkariyê da dan jî di êrîşên terorîst da li djiî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê tên emilandin. Gotina Silo, "Tew xema wan nebû bê ka çek ku da diçin, yek carekî jî pirs nekirin." a der barê mijarê da jî dide nîşan bê ka helwesta Amerîkayê çawa ye.

Terorîstan çekên ku di çarçoveya alîkariyê da ji Amerîkayê hatin, herî dawî jî di êrîşa terorê ya li Hekariyê ku di encamê da 9 peywirdarên ewlekariyê şehîd bûn da emilandibûn. Çeka dijetang AT-4 ya ku di vê êrîşê da hatibû emilandin, yek ji wan çekan e ku Amerîkayê da rêxistina terorê PKK/PYDyê.

Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî wêneyên der heqê mijarê da, zanyarî û belgeyên ku peywendiya PYD/YPG û PKKyê nîşan dibin, di hevdîtina xwe ya li Brukselê radestî Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis kiribû.

- Çekên ku menşeê wan Rojava ye di şikeftên terorîstan da ne

Beşek ji çekên ku Amerîkayê da PYD/PKKyê di operasyonên TSKyê yên li kirê Şirnex û Hekariyê da di hundirê şikeftên terorîstan da tên bidesxistin. Herwiha di nava van çek û muhimatên ku ji şikeftan derdikevin da yên ku menşeê wan Rojava ne, balê dikişînin.

Ji aliyê din va PYDya rêxistina terorê ji ser xeta sînorê çêkan dîşîna navenda Tirkiyeyê û arîkariya PKKya rêxistina terorê dike.

Ji roketên antîtank bigire heta tivingên piyadeyan gelek çek û teqemeniyên cuda ji Sîncara bakurê Iraqê û Karaçoka bakurê rojhilata Sûriyeyê dişînin Tirkiyeyê. Ev çek û teqemenî li Tirkiyeyê di êrîşên terorê de tên bikaranîn.

Piraniya van çek û teqemeniyan muhimatên Amerîkayê yên ku ji PYD/PKKyê rêxistina terorê re hatine şandin in.

Tê ragihandin ku bi arîkariya Amerîka û hin dewletên din YPGyê li Sûriyeyê artêşeke biçûk ji xwe re ava kiriye.

Li gor agahiyan, YPGya rêxistina terorê arîkariya van çek û muhimatan di çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê de hildaye.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di sala 2015an meha cotmehê de ji PYDyê ra nêzî 50 ton muhimat şandibû û ev jî qebûl kiribû.

Li gor çavkaniyên herêmî yên sûriyeyî, Rûsyayê jî di 2yê berfanbara sala 2015an de li herêma Maqsuda bakurê Helebê 5 ton arîkariya muhimatê dabû PYDyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.