Dinya

BIGRAFÎK - Di biryara Qudsê ya Trump da tiliya "koalîsyona kêmneteweyan"

Dibêjin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber bandora "Cihûyên Komarparêz" û "Mesîhiyên Evanjelîk" biryar da û Qudis wek "paytextê Îsraîlê" nas kir.

İbrahim Atmaca, Nihat Kavşut, Abdullah Tel  | 12.12.2017 - Rojanekırın : 13.12.2017
BIGRAFÎK - Di biryara Qudsê ya Trump da tiliya "koalîsyona kêmneteweyan"

Washington DC

WASHINGTON

Dibêjin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber bandora "Cihûyên Komarparêz" û "Mesîhiyên Evanjelîk" biryar da û Qudis wek "paytextê Îsraîlê" nas kir. Tê gotin ku "Cihûyên Komarparêz" piştgiriya fînansê, "Mesîhiyên Evanjelîk" jî piştgiriya siyasî didin Trump.

Biryara Trump him li Amerîkayê him jî di qamûya navneteweyî da rastî rexneyên cidî tê.

Tê gotin ku ev biryar bi qasî ku zirarê dide aştiya Rojhilata Navîn, wê zirarê bide berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê û derfetên dîplomasiyê jî. Ev biryar ji rojeva dinyayê nakeve û li ser nîqaş tê kirin bê ka biryar çawa hat dayîn û tiliya kê di vê biryarê da heye.

- Li gor mutabaqata civatî nîne

Berî niha li Amerîkayê Komarparêz û Demokratan 11 kes ji bo Balyoztiya Îsraîlê namzed dane nîşan, ji van tenê 2 kes piştgiriyê didin vê biryarê. Dîsa li giştiyê Amerîkayê 120 zanyarên ku li ser Îsraîl û cihûyan dixebitin, bertek nîşanî vê biryarê dan. Li gor anketeke rojane ya Enstîtuya Brookingsê tenê ji sedî 31ê gelê Amerîkayê piştgiriyê didin vê biryarê. Ev jî didin nîşan ku ev biryar li gor mutabaqata civatî nîne.

- Rola rêxistinên cihûyan yên komarparêz

Dema meriv li bingeha tevliheviya heyî dinihêre organîzasyon û saziyên siyonîst û cihûyên komarparêz yên li Amerîkayê derdikevin pêş.

Komîteya Têkiliyên Gel ya Amerîka û Îsraîlê (AIPAC), Yekîtiya Têkoşîna Dijî Înkar û Buxtanê (ADL), Yekîtiya Cimaeta Cihû-Ortodoks ya Amerîkayê, Koalîsyona Cihûyên Komarparêz, Organîzasyona Siyonîst ya Amerîkayê, Tevgera Siyonîst ya Amerîkayê û gelek saziyên cihûyan yên li Amerîkayê piştgirî dan biryara Trump ya ji bona Qudsê.

- Tesîra Adelson

Wek mayîn Sheldon Adelsonê li Amerîkayê di nav karsazên cihû yên herî dewlemend da cî digire û xûmarxaneyên wî hene wek serkêşê Koalîsyona Cihûyên Komarparêz di heyama kampanyaya hilbijartinê da piştgirî dabû Trump. Li gor qeydan Adelson û Miriam Ochsorna xanima wî bi 83 milyon dolarî wek şexs alîkariya herî zêde dane Trump.

Di meha cotmehê da Adelson-Ochsorn bi hev ra li Las Vegasê bi Trump ra hatibûn bal hev û di Channel 2ya Îsraîlê da ji ber balyozxaneya Amerîkayê ya ku nebirine Qudsê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Di 7ê berfanbarê roja pêncşemê da jî Koalîsyona Cihûyên Komarparêz a Adelson alîkariya wan dike jî di rojnameya New York Timesê da bi sernava "Serok Trump: We soz da. Hûn li ser sozê xwe sekinîn" îlan dan.

- Ji Cihûyên demokrat alîkariya bisînor

Ji hêla din va organîzasyonên cihûyên nêzî nêrîna lîberal û demokratiyê ne piştgiriyeke pir zêde nadin û balê dikşînin ser hêviya "Aştiya li Rojhilata Navîn û biryara îhtimal bû ku Îsraîl û Filistîn li hev bikin" serobin kir.

"J Street"a saziya cihûyan a li Amerîkayê jî hişyarî da ku wê ev biryar ji bilî tevlihevkirina herêmê zêde bi kêrî tiştekî din neyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.