Dinya

"Bilindkirina alayên Îsraîlê we xelas nake"

Serokomar Erdogan: "Bizanibin ku li wê derê bilindkirina alayên Îsraîlê we xelas nake."

Ekip  | 26.09.2017 - Rojanekırın : 26.09.2017
"Bilindkirina alayên Îsraîlê we xelas nake"

Ankara

ANKARA

Serokomar Erdogan: "Yên ku li herêma me cihêbûnê teşwîq dikin, heke kerîbûn, perçebûn, piçûkbûn tiştekî baş be bira li ser axa xwe tetbîq bikin û ji dinyayê ra bibin mînak. Lê hûn tu carî niyet û hewleke wiha nabînin. Em li vê derê bangî hemû birayên me yên aqlê selîm ên li Iraq û Sûriyeyê dikin; werin nekevin vê defikê. Werin nebin destiyê dasê. Yên ku îro we digijgijînin wê sibê derkevin herin ji bîr nekin, lê înşeallah em hê bi hezaran salan bi hev ra bijîn. Ji bo hêrsa îro siberoja xwe heba nekin. Bizanibin ku li wê derê bilindkirina alayên Îsraîlê we xelas nake."

 "Eşkere xuya dike ku bi taybetî pêwîstiya me bi xebatên bilindkirina qalîteya mamosteyan heye. Pêwîst û şert e ku bi hevkariya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ev mijar bê gotûbêjkirin û nexşerêyeke xurt bê xêzkirin."

"Ez dixwazim navê 10 zanîngehên me yên ku wekî zanîngehên lêkolînê hatine tespîtkirin li gor alfabeyê eşkere bikim. Zanîngeha Enqereyê, Zanîngeha Bogazîçiyê, Zanîngeha Erciyesê, Zanîngeha Gaziyê, Zanîngeha Gebze Teknîkê, Zanîngeha Hacettepeyê, Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, Zanîngeha Teknolojiya Bilind a Îzmirê û Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn."

"Di warê perwerde û hîndekariyê da ji ber ku ya dilê me çênabe, em pey tiştên din dikevin. Me çendîn caran pergalên ezmûnan guherandin, lê me hê mamosteyên xwe jî xwendekarên xwe jî weliyên xwe jî razî nekirin. Em nikarin wek matematîkê li vê rewşê binihêrin, ev rewşeke sosyolojîk e. Her çend me vê axiriyê mifredat û pirtûkên dersê guherandibin jî me dîsa ya dilê xwe bi dest nexist, wisa tê fêmkirin. Em çawa bikin jî em mecbûr in ku mijara perwerde û hîndekariyê çareser bikin."

"Meseleya perwerdeyê meseleyeke wisa girîng e ku bi rêya kesên di dersxane û kolejan da hatin perwerdekirin rêxistinên terorê xwestin Tirkiyeyê teslim hildin. 15ê tîrmehê û beriya wê jî 17-25ê berfanbarê berhema vê organîzasyonê ye. Têkoşîna dijî rêxistinên ku kesên biaqil yên Tirkiyeyê kom dikin û mêjiyê wan dijî dewlet û gelê wan diemilînin dîsa heman der e."

 "Li Almanyayê hilbijartinek hat kirin, li cem me jî referandumek çêbû. We dît ku di pêvajoya vê referandumê de çawa êrîşî Tirkiyeyê kirin. Niha jî di hilbijartinên xwe de êrîşî me dikin. Ka çi eleqeya hilbijartinê bi me heye? Hûn li Almanyayê hilbijartinê dikin, ma di hilbijartina Almanyayê de hûn çima me bi kar tînin? Çi bû? Hûnê bibînin wê nikaribin niha hikûmeta xwe ava bikin, avakirin wê herî kêm çend mehan bikşîne."

"Heke kesekî zêhna xwe kiribe bin emrê rêxistineke terorê an jî hêzeke din, tu ne dikarî perwerdeyê ne dikarî edaletê ne jî dikarî mijareke din pê ra biaxivî, mizakere bikî. Kesê di dêst da tenê çakûç hebe, her tiştî wek bizmar dibîne. Di destê van da jî tenê çakûçê îxanetê heye, ji ber wê jî timî hewl didin ku zirarê bidin Tirkiyeyê û milletê tirk. Me ji van ra meydan nehîşt û em nahêlin."

Serokomar Erdogan der barê referanduma Herêma Kurdistana Iraqê da wiha got: 

"114 dewletan Kosovayê qebûl kirin, lê hê jî Kosova li dinyayê nebûye dewlet û hê jî pirsgirêk hene. Bakurê Iraqê tu yê bi Îsraîlê ra çi bi dest bixî? Ev siyasetê jî nizanin. Haya wan jê tuneye meriv çawa dibe dewlet. Wisa bawer dikin ku bibêjin 'Me kir û bû' hert tişt çareser dibe. Nabe û wê nebe."

"(Referanduma binîqaş a li HKIyê) Piştî ku me tengavkirinên xwe kirin rewacê û pê va jixwe hûn ê li meydanê bimînin. Me vaneyek girt û pê va kar diqede. Hemû dahat û mahata wî disekine. Ku tir neçin Bakurê Iraqê û pê va ev ê xwarin û kincan jî nebînin. Wê bikevin halekî wisa. Çima? Em mecbûr in, tengav e. Wê demê bira Îsraîl ji ku derê va, çi, çawa bişîne? Bira keremke bişîne."

"Bi rastî me heya kêliya dawîn îhtimal nedida wê yekê ku Barzanî wê xeletiyeke wiha bike, nexwe me şaşî kir. Di maweyeke wiha da ku peywendiyên me di asta herî baş da ne, bêyî ku pêşiyê bişêwirin û biaxivin ev biryar standin. Ev biryar bi rastî li hemberî welatê me îxanet e."

"Rêvebiriya herêmî ya Bakurê Iraqê digel hemû hişyarî, li hember sekinînê referanduma serxwebûnê ya di 7ê hezîranê de ragihandibû, kir. Ya rast ji aliyê destûra bingehîn a Iraqê ya heyî ve tu hikmê vê referandumê tune ye. Herwiha ji bilî Îsraîlê tu dewlet û saziyên ku piştgiriyê didinê jî tune ne. Bakurê Iraqê ji aliyê dîn û çandê ve pirreng e. Li îqlimekî wiha komek tenê rabû teşebûsek wiha kir, ji bilî şer û pevçûnan tu wateyek vê tune ye. Te niha kir... Dibê çi dibê ji sedî 90-92 deng sitandin. Ma tu qîmeta vê heye? Ma wê serxwebûna te kî qebûl bike. Îsraîl. Dinya ji Îsraîlê pêk nayê."

 "Heke rêveberiya Bakurê Iraqê referandumê dike, bi tenê Îsraîl piştgiriyê didê, hê sandiq nehatine vekirin û PKKyî pîrozbahiyan dikin wê çaxê mesumiyet û meşrûiyet jî tune, bila ev wiha bê zanîn. Rêjeya beşdarbûnê û encamên vê referanduma ku çawa û li gor kîjan şertan hat kirin meçhul e jî bi şeîbe ne. Lewra li ser karê hat kirin şeîbe heye. Mimkun nîne ku vê referanduma li herêmên ku lê ereb û tirkmen dijîn piştî îmhekirina qeydên serjimarê û bi zorê koçdayîna gel hat kirin bê qebûlkirin."

"Kesên ku ji wan wetrê li Sûriyeyê me bi derengî dixin û emê nikaribin bi Iraqê ra eleqedar bibin, bira ji bîr nekin ku di dema herî teng da jî heger hewce bike, hêza me heye ku em bi heft dowalan ra şer bikin. Ji astengkirinên aboriyê heya vebijêrkên leşkerî hemû îhtimal aniha li ser maseyê ne. Sînorê asîmanî û yê bejayiyê hemû li ser maseyê ne. Ev hemû opsiyon aniha li ser maseyê tên gotûbêjkirin. Ez hêvî dikim ku ev yek wê pêwîst nekin û rêveberiya Iraqa Bakur wê hişê xwe bide serê xwe û dev ji vê macerayê berde."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın