Dinya

"Birêz Trump, Quds xeta sor e ji bo misilmanan"

Serokomar Erdogan: "Birêz Trump, Quds xeta sor e ji bo misilmanan."

Sevim Hatun  | 05.12.2017 - Rojanekırın : 05.12.2017
"Birêz Trump, Quds xeta sor e ji bo misilmanan"

Ankara

TBMM

Serokomar Erdogan:

"Birêz Trump, Quds xeta sor e ji bo misilmanan."

"Îro nebe jî em ê şaxên rêxistina terorî yên li Sûriyeyê sibê an jî di demeke nêz da teqez bi temamî îmha bikin. Ji bo em zirarê nedin personelên hêzên ku em dost qebûl dikin, heta niha em pir baldar û hesas tevdigeriyan. Dewama vê hesasiyetê bes bi rîayetkirina hesasiyetên me va jî girêdayî ye. Bi îdiaya ku tengavkirin hatine binpêkirin va li Amerîkayê hewl didin ku me li çarmixê bidin, kesên ku hewla vê yekê didin li kêleka me hewl dide ku dewleta terorê ava bike. Em jî dest û milê me girêdayî temaşe nakin."

"Çawa di 17/25ê kanûnê da bi navê gendeliyê hewl dan pergala destûra bingehîn ya li welatê me bi derbeya ewlehî û darazê xera bikin, di doza li Amerîkayê da jî dixwazin heman armancê li qada navneteweyî bikin. Îdiaya komployê ya di îdianameya dozê da rast e. Lê ev komplo ne li dijî Amerîkayê li dijî Tirkiyeyê tê kirin."

"(Îdiaya wê Amerîka Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bike) Wekî Serokê Serdemê yê Teşkilata Hevkariya Îslamî em heya dawiyê vê mijarê dişopînin. Heger gaveke bi vî rengî were avêtin, emê pêra pêra di nava pênc û deh rojan da Zîrweya Serokên Teşkilata Hevkariya Îslamî li Stenblê bicivînin. Di ser da jî, ev yek dibe ku bibe sedema qutkirina peywendiyên dîplomatîk ên ligel Îsraîlê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın